Îbrahîm El-Qeftan: Divê civaka navneteweyî û hikumeta Şamê îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan bang li hikumeta Şamê kir ku diyalogê pêk bîne û li şûna peymanan bi dewleta Tirk re ji bo fîtneyan datîne, îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike. El-Qeftan piştrast kir ku rihên dîrokî yên têkiliyên xurt di navbera pêkhateyên herêmê de bi sedema hêza Rêveberiya Xweser û serkeftina wê ye.

Îbrahîm El-Qeftan: Divê civaka navneteweyî û hikumeta Şamê îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike
13 gulan, 2021   04:54
REQA-EHMED EL-ELÎ

Îbrahîm El-Qeftan têkildarî pêşdeçûnên dawî li Sûriyê, êrişên artêşa Tirk a dagirker, qutkirina ava çemê Firatê û hewldana lidarxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên Baur û Rojhilatê Sûriyê de û bêdengiya hikumeta Şamê axivî.

El-Qeftan behsa biratiya di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û wek hêza ewlehî ya Rêveberiya Xweser bi nav kir.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê dûbare bang li civaka navneteweyî kir ku çeteyên DAIŞ’ê darizîne û got pirsgirêka DAIŞ’ê ne tenê pirsgirêkeke girêdayî herêmê ye, lê belê pirsgirêkeke navneteweyî ye.

‛TU RÊ JI BILÎ ÎTÎRAFKIRINA BI RÊVEBERIYA XWESER TUNE NE’

Girêdayî mijarê, Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan wiha got: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bikin, her wiha divê hikumeta Şamê jî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser û hevpeymana civakî ya ku rêveberiyê di 2013’yan de derxistiye bike."

El-Qeftan wiha domand: "Tişta li Sûriyê piştî şerê zêdetirî 10 salan rû dide, eşkere dibe ku ji bilî Rêveberiya Xweser tu rizgarî tune ne, ji ber rêveberî îtîrafê bi tevahî pêkhate û aliyên sûrî dike."

El-Qeftan wiha gotina xwe berdewam kir: "Hin aliyên Sûriyê çi opozîsyon an jî rejîm dibe beşdarî civînên navneteweyî dibin, lê Rêveberiya Xweser tê bibûrxistin, tevî ku deriyê çareseriyê ye û rêya rizgarkiya sûriyan ji aloziyê ye. Ji lew re divê civaka navneteweyî û NY’yê tevahî aliyên Sûriyê beşdarî çi civîn an jî danûsatandinên siyasî yên li ser aloziya Sûriyê ne, bibin."

El-Qeftan destnîşan kir ku di dirêjahiya 50 salî de desthilata navendî, dewleta giştî û siyaseta yek partiyê nikarîn bibûna rêbazeke çareseriyê, lê belê bû deriyê kuştinê û ji qada nakokiyên di navbera komên siyasetmedar de vegerî qada şer û aliyên navneteweyî destwerdan kir.

El-Qeftan wiha axivî: "Em girîngiyê didin ji bo îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser, ji ber ku pergaleke nenavendî ye, bi wê re tevahî aliyên Sûriyê dikarin nêrînên xwe pêşkêş bikin û xwe di vî welatî de bi rêya welatparêziyê bibînin."

‛TIRKKIRINA ÇEMAN’

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan behsa şerê avê û siyaseta tirkkirinê ku heta li ser çemên Dicle û Firatê pêk tên kir û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk van çeman, çemên sînor dibîne, lê di rastiyê de çemên navneteweyî ne. Di têkbirina pergala demokratîk de bi bin ket, ji lew re dest bi şerê avê ya li dijî 5 milyon gelê Sûriyê kir, ew şênî jî wan çeman ji bo debar û jiyana xwe bi kar tînin."

Îbrahîm El-Qeftan da zanîn ku ji lew re dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide fişarê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ku radest bibin û xwe biavêjin dewleta Tirk. Ev jî ne pêkan e pêk were. Her wiha dewleta Tirk hewl dide bi zihniyeta Osmanî û îslama siyasî vê yekê bike."

El-Qeftan bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike, da ku pabendî peymanên ku bi Sûriyê re ji 1920’an heta bi peymana dawiyê ya ku bi Sûriyê û Iraqê re îmze kiriye, bibe. Naveroka wê peymanê jî ew e ku di saniyekê de 500 metrekab av ji çemê Firatê derbasî Sûriyê bibe û Iraq jî para xwe jê wergire.

El-Qeftan eşkere kir ku dewleta Tirk hewl dide projeyên xwe yên mezin li ser hesabê gelên Sûriyê û Iraqê pêk bîne. Projeya Daristana Mezin a ku dewleta Tirk pêk tîne û ya li ser du bendavan e; bendava Atatork a li ser Firatê û bendava Elîso ya li ser çemê Dicele ye. Ev jî dê di 2040’î de karesatekê bîne. Li gorî raporan tê destnîşankirin ku di wê demê de tu çem li Sûriyê û Iraqê namînin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan piştrast kir ku ew wek partiyê divê li ser du mijaran bixebitin, ya yekê divê bang li civaka navneteweyî bikin ku fişarê li dewleta Tirk bike, ji ber ev çem navneteweyî ne, ne sînorî ne û dewleta Tirk jî nikare qut bike. Her wiha divê hikumeta Şamê jî fişarê li dewleta Tirk bike, ji ber wek idîa dike dewlet e, lê bêdengiya wê bi tirs û mixabînî ye. Çemê Firatê ji tevahî sûriyan re ye. Hikumeta Şamê bi çavê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji xaka Sûriyê ye, dinêre.

‛BARÊ DAIŞ’Ê’

Îbrahîm El-Qeftan wiha got: "Darizandina DAIŞ’iyan ji mijarên herî girîng ên Rêveberiya Xweser re ku bi civaka navneteweyî re li ser vê yekê nîqaş kir. Her wiha rêveberiyê bang li dewletan kir ku welatiyên xwe bibin, lê tenê hin dewletên mîna Iraq, Sûdan, Fransa û Ozbakistanê ew bang berisvandin."

El-Qeftan da xuyankirin ku DAIŞ’ê barekî li ser Rêveberiya Xweser û xeteriyekê li ser herêmê çêdike. Bi taybet şaneyên wan hene û êrişên wan di vê dawiyê de zêde bûn. Her wiha êrişên şaneyên DAIŞ’ê piştî dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, zêde bûn.

El-Qeftan bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike û ji ber piştgiriya wê ji terorê re li tevahî herêmên li cîhanê ji Lîbya, Iraq û Azerbeycanê bigire û heta bi Yemenê, muhasebe bike.

El-Qeftan diyar kir ku pêwîst e darizandina DAIŞ’iyan ji bo civaka navneteweyî rêveçûneke cidî wergire û darizandina wan pêwîst e. Ji ber ku bar û xeteriyekê li ser Rêveberiya Xweser çêdike. Ji lew re divê yan dewlet welatiyên xwe bibin an jî ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin.

‛DIYALOG RÊYA ÇARESERIYÊ YE’

Îbrahîm El-Qeftan wiha gotina xwe lê zêde kir: "Ji dema destpêkirina diyaloga sûrî-sûrî ve, me bang li diyaloga bi Şamê re kir. Ji ber divê diyalog li cihê nakokî çêbûye were destpêkirin. Bi rêya 3 komxebatên ku li Eyn Îsa û Kobanê pêk hatine, MSD’ê bang li hikumeta Şamê ya ji bo lidarxistina diyalogê bêyî şertan kir."

Her wiha îşaret pê kir ku hikumeta Şamê diyalogê red dike û diyar kir ku heke niyeta wê heye ku alozî bi dawî bibe, divê bi hemû aliyên Sûriyê re dest bi diyalogê û ji nû ve avakirinê bike. Tu rê ji bilî diyalogê û pêkanîna biryarên navneteweyî bi taybet biryara bi hejmar 2245`an, li pêşiya aliyên Sûriyê tune ye ku destwerdana derve di Sûriyê de bi dawî bikin.

El-Qeftan teqez kir ku heke hikumeta Şamê heke dixwaze ev alozî bi dawî bibe divê bi Rêveberiya Xweser re dest bi diyalogê bike û wiha domand: “Mixabin hîna serhişk e. Hemû biryarên navneteweyî yên der barê aloziyê de paşguh dike. Her çar çareseriyên ku Dmistura danîne jî hemû bi bin ketin.”

El-Qeftan da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser her tim ji diyalogê re vekirî ye û di gelek komxebatên ku li dar xistine de ev yek xuya bû û wiha gotinên xwe domand: “Em aştîxwaz in û çek li hemberî tu aliyekî ranakin. Bê navbeynkarî û bi niyeta diyalogê, em çûn Şamê. Em dizanin ku rêya xilasiyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî pêkan e. “

El-Qeftan bal kişand ser girêkbûna aloziya Sûriyê ji ber ku gelek aliyan mudaxeleyê wê kiriye û got: “Mixabin êdî dosyaya Sûriyê di destê hêzên navneteweyî de ye. Em amade ne bi hemû aliyên Sûriyê re dest bi diyalogê bikin çi opozîsyon an jî hikumeta Şamê.”

`BIRATIYA DI NAVBERA GELAN DE`

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê behsa biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de kir û got: “Ez rast nabînim ku ez bêjim ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirinek di navbera pêkhateyên Sûriyê de heye. Bi giştî lihevkirin di navbera aliyên bi nakok de çêdibe. Ya rast em bêjin biratiyeke xwezayî di navbera pêkhateyên cuda yên herêmê de heye û tu pirsgirêk tune ye.”

El-Qeftan diyar kir ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk her tim dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêkin, ji ber wê kesayetên leşkerî, şêxên êlên herêmê û karmendên Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriya Pêşerojê hedef digirin. Lê El-Qeftan piştrast kir ku hewldanên wan bi bin dikevin. Ji ber ku heta niha di dirêjahiya 5 salan de piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê tu pirsgirêk di navbera pêkhateyan de çênebûye. 

Li gorî El-Qeftan, biratiya di navbera pêkhateyan de, ne tenê axaftin e lê belê şêwazeke jiyanê ye ku li herêmê tê jiyîn. Rêveberiya Xweser jî hêza xwe ji vê rêgezê digire û ji ber wê di demeke kin de bi ser ket.

El-Qeftan teqez kir ku ti hêzeke derve yan jî hundir, nikare vê girêdana xurt a di navbera pêkhateyan de parçe bike, ji ber ku di dirêjahiya dîroka herêmê de şax daye. El-Qeftan got divê aliyên li derxistina fîtneyhan digerin, hewldana çawaniya pêkanîna wê nekin, lê belê divê hewl bidin çawa hevkariya di navbera pêkhateyan de îsbat bikin, ku Rêveberiya Xweser bi ser xist.

Îbrahîm El-Qeftan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em Partiya Sûriya Pêşerojê li ser pirreniya siyasî, demokrasî û nenavendîbûnê dimeşin. Heke pirrengî di rêveberiyan de tune be, tu serkeftin li Sûriyê bi dest nakevin. Her wiha heke nenavedîbûn û demokrasî di mijara birêvebirina dewletê ya pêşerojê de tune be, ev her du dosya bi ser nakevin."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê cejna Remezanê li gelê Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku sûrî li hev bikin û alozî bidawî bibe û got: “Dibe ku lihevkirina wan li ser diyarkirina roja cejnê, bibe destpêka lihevkirina ji bo bidawîkirina aloziyê.“

(fr)

ANHA