ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-5-2021`AN

ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-5-2021`AN
12 gulan, 2021   23:00

-Beşîrê Mele Newaf tekez kir ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û tevgera rizgariya Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîla tune bike û îşaret bi girîngiya yekitiya kurdî li hember êrişên dewleta Tirk kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bang li rêxistinên hiqûqî û NY`yê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin beriya ku karesata ekolojîk ku gefan li jiyana bi milyonan kes dixe, çêbibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişloyê teqez kirin ku heta rêber Abdullah Ocalan azad nebe dê li qadan bin û berxwedana wan berdewam e. Her wiha diyar kirin ku tecrîd wan ji berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna projeya neteweya demokratîk dûr nagire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mamoste û xwendekarên Efrînê soz dan ku dê pêxistina zimanê kurdî bidomînin. Her wiha diyar kirin ku ziman hêmaneke girîng a nasnemeya çandî ya gelan e û pêwîstiya parastina zimên ji windakirinê destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Partiyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku KNK’ê ew ji bo beşdariya li konferansa "Dijî dagirkeriyê" vexwendiye û piştrast kir ku ew ê beşdarî konferansê bibin û bang li tevahî aliyên siyasî, civakî û çandî kir ku beşdarî konferansê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîrên Helebê bang li hemû partiyên Kurd kir ku yekitiyê pêk bînin û xwedî li doza Kurd derkevin. Bi taybet li gel hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan. Rewşenbîran diyar kir ku bertekên şermûk ên hikumeta Başûrê Kurdistanê rê dide Tirkiyê ku sûcên dîtir li dijî Kurdan pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Dayikên gerîla destekdayîna bi malbata Şenyaşar re eşkere kir û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku hesab ji sûcdaran were xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên navçeya Şêrawayê ruxmî topbarana rojane ya ji aliyê dewleta Tirk ve, lê li rex hevserên xwe diçin paletiyê, ew yek jî jiyana komînal û girêdana bi axê re nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan bang li hikumeta Şamê kir ku diyalogê pêk bîne û li şûna peymanan bi dewleta Tirk re ji bo fîtneyan datîne, îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike. El-Qeftan piştrast kir ku rihên dîrokî yên têkiliyên xurt di navbera pêkhateyên herêmê de bi sedema hêza Rêveberiya Xweser û serkeftina wê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Ruxmî ku Rêveberiya Xweser şertên hikumeta Iraqê yên vegerandina welatiyên xwe erê kirin û Neteweyên Yekbûyî teqez kir ku ew ê sponseriyê bike û rewşa wan piştî vegera li xaka Iraqê bişopîne jî, lê hikumeta Iraqê hîna jî dosyaya vegerandina penaberan dereng dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên ji pêkhateya Ereb a navçeya Tirbespiyê teqez kirin ku aliyên derve hewl didin fitneyê li herêmê derxin û aştiya navxweyî û biratiya gelan a li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin û gotin, “Dê şêniyên herêmê bi pey van planan nekeve.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçber di vê cejna Remezanê de di nava bêrîkirina ji kêfxweşiya cejnê û hêviyên vegerê de ne. Her wiha koçber hewl didin zarokên xwe di cejnê de şad bikin û kêfxweşiyê bixin dilên wan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA