​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro berbanga sibehê gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Şêrawa topbaran kir
13 gulan, 2021   04:53
ŞEHABA

Nûçegihanê me ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meyasê, Kilûtê, û Birc Qasê ya navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk di saet 03: 00`an berbanga sibehê gund topbaran kirin, di derbarê ziyanê de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

ANHA