​​​​​​​Dagirkera Tirk nahêle êzidiyên Baflûnê vegerin warên xwe

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nehiştin ku zêdetirî 30 malbatên êzidî yên ji gundê Baflûnê yê Efrîna dagirkirî vegerin gundê xwe, piştî ku di çarçoveya siyasetên qirkirinê û guhertina demografîk de milkên wan talan kirin û gorên wan wêran kirin.

​​​​​​​Dagirkera Tirk nahêle êzidiyên Baflûnê vegerin warên xwe
12 gulan, 2021   18:26
HELEB-MIHEMED EBDO

Li gorî çavkaniyên pêbawer ên ji Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin malbatên êzidî vegerin gundên xwe. Di nava wan de şêniyên gundê Baflûn ê navçeya Şera.

Çavkaniyan bi bîr xist ku der dora 30 malbatan ku piraniya wan êzidî ne di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê de di 4`ê Adara 2018`an de ji warên xwe koçber bûn û li Efrînê li cem xizmên xwe bi cih bûbûn, di çend rojên dawîn de hewl dan vegerin gundê xwe, lê ji aliyê çeteyên El-Cebhe El-Şamiyê ve hatin qewirandin ku gund kontrol kiriye.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku êzidiyan di Cejna Çarşema Sor de dema hewl didan serdana gorên miriyên xwe bikin, li hemberî wêraniya ku çeteyên dewleta Tirk pê kirine, ecêb man.

Têkildarî talankirina milkên gundiyan, çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan, mal û milkên gundiyan, dar û zevî talan kirine. Her wiha kargeha guvaştina zeytûnê yê yekane û 20 diraktro dizî ne.

Berdevkê fermî yê Rêxisitna Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji ANHA`yê re axivî û ragihand ku sedema vê yekê ew e ku çeteyan hemû malên şêniyan veguherandine baregehên leşkerî.

Şêxo da xuyakirin ku guhertina demografîk a li gund çêbûye, gihaştiya rêjeya ji sedî sed, piştî ku der dora 70 malbatên li ser lûtkeya çiyayê gund di Kampa El-Teawin de hatin bicihkirin ku bi desteka dewletên kendavê hatiye avakirin..

Şêxo daxuyand ku kiryar û sûcên pêk tên, di çarçoveya rêzesiyasetên guhartina demografî de pêk tên ku bajarê Efrînê yê kurd bi perspektîfên yekser ên îstîxbarat û MÎT’a Tirk tê hedefgirtin.

(şx)

ANHA