450 çete ji Lîbyayê veguhastin herêmên gerîla

450 çete ji Lîbyayê veguhastin herêmên gerîla
13 gulan, 2021   06:13
Delîl Zilan

Operasyonên dewleta Tirk ên li hemberî gerîla ji sala 1983'yan ve didomin. Tevî ku her carê propagandayên 'me qedandin, me ji holê rakirin' kirin jî, gerîlayên azadiya Kurdistanê xurttir bûn.

Ji aliyekî ve dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe û bi deh hezaran leşkerên xwe li çiyayên Kurdistanê operasyonên berfireh ên tunekirinê pêk anîn û hemû cureyên şerê qirêjî yê taybet meşandin.

Dewleta Tirk ku xwedî desteka NATO'yê ye, di nava 40 salên dawîn de di vî şerê taybet ê qirêjî de hîna jî bi ser neketiye.

Dewleta Tirk ji sala 2007’an ve balafirên keşfê yên bêmirov li envantera xwe ya çekan zêde kirin. Li pişt bikaranîna balafirên keşfê yên bêmirov, NATO û hêzên navneteweyî hene.

Sererkanê wê yê artêşa Tirk Yaşar Buyukanit digot “Her der ji bo me xaniyekî li ber çavan e” û behsa serkeftina teknolojîya çekan dikir.

Li gorî hesabêb wan gerîla êdî nedikarî xwe ji tasfiyeyê xilas bike. Tesfiyekirina gerîla jî dê bihata wateya bidawîkirina pirsgirêka Kurd. Dewleta şerê taybet a Tirk xwe bi vî rengî amade kiribû. Lê hesab pêk nehatin. Gerîla jî bi taktîkên xwe ev çek têk birin.

Di salên mudaxaleyê de artêşa Tirk li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê li qadên şer têk çû û niha jî li ser esasê hêza xwe ya teknîkî şerekî dimeşîne.

Şerê teknîkî di navbera salên 2015-2021’an de bû taktîka bingehîn a şer a artêşa Tirk. Tevî ku encama dixwestin bi dest nexistin jî, dron û balafirên bêmirov li dijî gerîla bûn çekên sereke yên artêşa Tirk. Her wiha balafirên şer, helîkopter her wiha her cure tank û top di şerê li dijî gerîla de bi kar dianîn.

 

Dewlet neçar ma vê çîrokê bi civakê bide qebûlkirin. Ger gerîla tasfiye nebûya, dê bi xwe tasfiye bibûna. Ji ber vê yekê niha êrişî gerîla dikin, hemû çavkaniyên dewletê seferber dikin. Di rastiyê de ev şerê li çiyayên Kurdistanê dikarin wek şerekî dawîn jî bên dîtin. Bi taybet di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku nexşeya herêmê ji nû ve tê xêzkirin. Her ku şerê cîhanê nêz dibe, hemû hêz hewl didin pozîsyonên xwe xurt bikin û bi xurtî li ser maseyê rûnin. Dewleta Tirk jî ji ber ku nikare li ser maseyê cihekî jî bibîne, dikeve tengasiyê.

Di vî şerî de ku li dijî balafirên bêmirov (ÎHA û SÎHA) hêzên gerîla bi taktîkên nûjen bersivê didin. Gerîlayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker û êrişên qirkirinê şerekî bêeman dimeşîne.

Taktîkên nûjen ku gerîla bi pêş xistin, li Heftanîn û Garê teknîka artêşa Tirk a dagirker têk bir.

Erdogan piştî ku li dijî gerîla encama dixwest bi dest nexist, plan dike ku li dijî hevkarên xwe yên rojavayî û hin hevkarên Kurd êrişa xwe ya li dijî gerîla bi ser bixe. Êrişên tunekirin û qirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vî rengî pêk tên.

Lê Erdogan pişta xwe tenê nade van hêzan, rêxistinên li cîhanê wek terorîst tên dîtin wekî DAIŞ û El-Nusra jî hêzên tifaqa Erdogan in. Êrişên li ser Rojava, Idlib, Lîbya û Qerebaxê bi temamî bi alîkariya van terorîstan pêk hatin.

Lê belê dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ne tenê ev rêxistinên çeteyan li van herêman bi kar anîn, di heman demê de di êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên 23’yê Nîsanê de li hemberî Metîna, Avaşîn û Zapê bi kar anîn.

Çavkaniyên pê bawer dibêjin 450 çeteyên ku li Qerebax û Lîbyayê tên şer kir û di êrişên dagirkerî û qirkirinê yên li hemberî gerîla de hatine bikaranîn. Ev çeteyên ku kincên leşkerên taybet ên Tirk li xwe dikin, birin Metîna, Zap û Avaşînê.

Ji çeteyên di êrişên gerîla de hatine kuştin, heta niha navên wan nehatine eşkerekirin. Wekî din, li gorî çavkaniyên ku agahî parve kirin, di çarçoveya peymana bi wan re hatiye kirin, dê wekî ku li Lîbyayê hatine kuştin, nîşan bidin û dê malbatên wan bi vî awayî bên agahdarkirin.

Şandina çeteyan ber bi herêmên gerîla ve û ev peymana bi wan re, têkçûna artêşa Tirk a li hemberî gerîla ye. Artêşa Tirk ku bi teknîka pêşketî ya çekan êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê li Kurdistanê dewam kir, nekarî li dijî gerîla şer bike, lewma neçar ma bi van çeteyan re tifaqeke bi vî rengî çêke. Artêşa Tirk ku bi hebûna çend artêşên NATO'yê serbilind e, hêviyên xwe li ser bilindahiya teknîkî û çeteyan a li dijî gerîla bi cih kiriye. Ev yek bi awayekî zelal wêneyê têkçûnê ye.

Tevî van hemûyan jî Hulusî Akar diyar kir ku ev êriş li gorî plana wan didomin û diyar kir ku di destê gerîla de çekên ji dûr ve hatine kontrolkirin.

Rastiya li ser erdê careke din nîşan dide ku eger rêxistinên Kurd û gel bi berxwedaneke bêeman li gel gerîla li ber xwe bidin û li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker tê bikoşin, dê dîsa têk biçin.