Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn

Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo (Canfeda) ê ku di berxwedana li herêma Avaşînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Hesekê hate bibîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn
Gerîlayê HPG'ê Şehbaz Seydo li Hesekê hate bibîranîn
8 gulan, 2021   17:08
HESEKÊ

Şehbaz Seydo (Canfeda) 3'yê Adara 2017'an de tev li refên Hêzên Parastina Gel (HPG) bû û 3'yê Nîsanê 2021'an di berxwedana li herêma Avaşînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo şehîd Canfeda merasîmeke li goristana Şehîd Dijwar li dar xist. Şêniyên bajar û gundewarê Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Kongreya Star û dayikên gerîlayan beşdarî merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2021/05/08/164419_ahmd-asad.webp

Merasîm bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê û tûrana leşkerî ya şervanên YPG û YPJ'ê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî û got: "Gerila li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst a dagirker ku hemû çekên giran û yên qedexekirî bi kar tîne, berxwedaneke lehengî raber dikin û şehîdan di oxira jiyaneke bi rûmet ji bo tevahî pêkhateyan û rizgarkirina gelên bindest de canê xwe feda kirin."

/ar/uploads/files/2021/05/08/164435_byrwz-jwdy.webp

Bi navê Meclisa Kantona Hesekê Pîroz Cûdî jî got: "Dagirkeriya Tirk di her carê de ku êrişî hêzên me dike bi vîn û îsrara gelê me têk diçe."

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EDkRefc7X0U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>