Ciwanên herêma Firatê tev li seferberiya giştî bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li seferberiya giştî bûye ya ku komela Ciwanên Şoreşger ragihandiye dibin û dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bisekinin.

Ciwanên herêma Firatê tev li seferberiya giştî bûn
8 gulan, 2021   15:41
KOBANÊ

Ji bo bersivdana seferberiya giştî ya ku Komela Ciwanên Şoreşger ragihandiye, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li seferberiyê bûne.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên tevgerê li pêş avahiya navenda tevgerê hate xwendin.

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd daxuyanî xwend û wiha got:

"Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Parastina Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê em silavê xwe ji keleha berxwedanê Kobanê re heya çeperên şer Zap, Avaşîn û Metînayê û gerîlayên li ser çiyayan re dişînin.

Wekî tê zanîn ev demên dawî Komela Ciwanên Şoreşger seferberî ragihand, em jî wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Parastina Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê û tevahî ciwanên Kobanê ji seferberiya giştî re amade ne

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze di şexsê gerîla de gelê Kurd tune bike. Çawa di sala 2014'an de di êrişên çeteyên DAIŞ'ê de yên li ser Kobanê  û li ser Şengalê de gerîlayên azadiya Kurdistanê de nehiştin Şengal û Kobanê bikevin, em bi gerîlayên xwe re ne, hem ji bo serkeftinê û hem jî ji bona şer em amade ne.

Herî dawî em bang li hemû ciwanên herêma Firatê dikin ku tev li vê seferberiyê bibin."

Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA