Komxebata hunerî ya Rojava di roja sêyemîn de didome

Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê di roja sêyemîn de li bajarê Tebqayê didome.

Komxebata hunerî ya Rojava di roja sêyemîn de didome
Komxebata hunerî ya Rojava di roja sêyemîn de didome
Komxebata hunerî ya Rojava di roja sêyemîn de didome
Komxebata hunerî ya Rojava di roja sêyemîn de didome
8 gulan, 2021   14:58
TEBQA

Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê bi diruşma "Pirrengiya me çavkaniya bedewbûn û hêza me ye, bi hev re em hunerê bikin buharek di dilê xwe de" di roja sêyemîn de li bajarê Tebqayê didome.

Komxebat a bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji aliyê  komîteya Çandê ya Tebqayê  tê lidarxistin di  roja sêyemîn a  merheleya yekemîn (sempoziyom) didome.

Di komxebata ku li hola Kafîterya Şems a Tebqayê hatiye lidarxistin de, gelek şêwekar ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Şêwekar tabloyên xwe yên ku balê dikişînin ser rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , pirrengiya çand û pêkhateyan wê û rola hunera xwe di derbirandina gelek dozan de nîşan didin.

Tê payîn ku tablo di pêşangeha salane ya 4’emîn de ku dê li Hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo di 18’ê vê Gulanê de were lidarketin, pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA