Şandeyeke ji Danîmarkayê bi Rêveberiya Xweser re civiya

Şandeyeke ji Danîmarkayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her du aliyan mijarên têkildarî girîngiya beşdarkirina Rêveberiya Xweser di xebata siyasî ya Sûriyê de û şerê avê ku li dijî şêniyên herêmê tê meşandin nîqaş kirin.

Şandeyeke ji Danîmarkayê bi Rêveberiya Xweser re civiya
8 gulan, 2021   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  şandeyeke bi serokatiya berpirsê dosyaya Sûriyê di Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê de Christopher Vivek û şêwirêmendê mezin ê pêywendîdarê alîkariyê mirovî di wezaretê de William Poe Pedersen serdanê daîreyê kir.

Şande ji hêla Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û Danya Remedan, her du cîgirên Hevserokatiya daîreyê Fener El-Giêt û Ebîr Îliya û endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Ebdurehman Selman ve hate pêşwazkirin.

Li gorî malperê, her du aliyan li ser rewşa Sûriyê bi giştî, herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet, pêşketinên dawî li herêmê, projeya Rêveberiya Xweser di rêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîqaş kirin.

Ji wê zêdetir jî her du aliyan li ser gelek dosya û dozên bigirêk ên herêmê nîqaş mîna pêwîstiya beşdariya Rêveberiya Xweser di xebata siyasî de, çareserkirina krîza Sûriyê li gorî biryarên neteweyên yekbûyî, astengiyên ewlehî û aborî yên li hember Rêveberiya Xweser kirin.

Li gorî malperê, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer wiha got: "Dewleta Tirk sûc û binpêkirinên xwe yên li dijî gelê herêmê didomîne û bi qutkirina ava stasyona Elok li ser derdora milyon mirovî ji niştecihên Hesekê û derdora wê  û kêmkirina ava çemê Firatê hewl dide avê wek çekeke zextê û tîkirina şêniyan bi kar tîne."

Omer bal kişand ser armancên dewleta Tirk ji êriş û gefên li ser herêmê û wiha domand: "Armanca gef û êrişên dewleta Tirk têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye, her wiha ji bo vejandina DAIŞ’ê, pêkanîna xwe projeya xwe ya guhartina demografî li herêmên dagirkirî ye."

Li gorî ku malperê eşkere kiriye, di civîna her du aliyan de behsa rewşa mirovî ya li kampan û mehrûmkirina koçber û şêniyên herêmê ji alîkariyê mirovî kirin, ku bi taybet piştî biryara navneteweyî ya girtina dergeha Til Koçerê. Ew dergeh jî di encama veto ya rûsî-çînî hate girtin. Lê niha alîkarî bi rêya hikumeta Şamê tên û tenê kêmek digihîne herêmê.

(fr)

ANHA