Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 58 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 58 kesên din bi covid-19 ketine û 12 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 58 kesên din bi covid-19 ketin
7 gulan, 2021   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 12 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 58 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 37 mêr, 21 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14

Qamişlo: 12

Dêrik: 6

Reqa: 21

Şehba: 4

Kampa Roj: 1

Mistefa ragihand ku 16 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 hezar û 466 kes bi Koronayê ketine, 657 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 697 kes baş bûne.

(cx)