Şêniyên Hesekê: Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gel e

Şêniyên Hesekê têkildarî qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve got: "Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê û qutkirina avê armanc dike ku gel qir bike."

Şêniyên Hesekê: Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gel e
7 gulan, 2021   08:27
HESEKÊ

Tevî qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ser zêdetirî milyonek şêniyên Hesekê ku sûcekî li dijî qanûn û mîsaqên navneteweyî ye, lê civaka navneteweyî hîna bê deng e. Li gorî çavdêran, tevî ku qanûnên navneteweyî qedexe dike ku berhemên xwezayî di şer û nakokiyan de werin bikaranîn, lê dagirkerî avê wek kaxezeke siyasî bi kar tîne.

‛DAGIRKERIYA TIRK DIXWAZE ME JI TÎNA QETIL BIKE’

Têkildarî mijarê Amir Sadûn wiha got: " Ji ber qutbûna avê azarên me rojane zêde dibin. Em ava ku ji vexwarinê re nabe buha dikirin û ji bo karê malê bi kar tînin, di Remezanê de zextên li ser me zêdetir bûn."

Sadûn qutkirina bênavber a avê ji hêla dewleta Tirk ve bi sûcekî dermirovî wesif kir û wiha domand: "Em bi hêvî ne ku rêxistinên navneteweyî û mirovî fişarê li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin."

Amir Sadûn piştrast kir ku armanca dagirkeriyê, bi êrişên xwe yêb li ser herêmê ji aliyekî ve û qutkirina avê ji aliyekî din ve qirkirina gelan e û got: "Dagirkeriya Tirk dixwaze me ji tîna qetil bike."

‛DEWLETA TIRK QIRKIRINÊ GELAN DIDOMÎNE'

Li aliyekî din jî Îbrahîm Hisên wiha got: "Dewleta Tirk, dewleteke zulmkar e, destwerdanê li karûbarên dewletên cîran dike, bi rêya êrişên xwe gelek qirkirin û komkujî li dijî gelan pêk anîn û hîna jî di rêya xeta xwe ya sûckirinê de dimeşe."

Hisên diyar kir ku piştî dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê dagir kir û dest danî ser stasyona Elokê, dem bi dem ava stasyonê ji ser zêdetirî milyoneke şênî qut dike û wiha axivî: "Şêniyên herêmê di rewşeke bertîbûnê de dijîn, bi taybte piştî berbelavbûna pandemiya vîrusa Koronayê li herêmê."

‛QUTKIRINA AVÊ SÛCEKÎ ŞER LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’

Li aliyekî din jî Hisên Miseret bang li NY’yê û tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku bi çavekî mirovahiyê li rewşa şêniyên herêmê binêrin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê rêxistinên navneteweyî li hember vê sûcê û dagirkeriya Tirk bisekinin. Ji ber ev yek sûcekî şer li dijî mirovahiyê ye û armanca wê zexta li dijî gelên herêmê û Rêveberiya Xweser e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BxQzngIbWas" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>