Rojnameyên erebî: Rêya li pêş peymana nukleerê dirêj e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa dosyaya nukleerî, dan û standinên Erebistana Siûdî-Îranê û astengkirina dan û standinên diyarkirina sînorê di navbera Lubnanê û Îsraîl de kir.

Rojnameyên erebî: Rêya li pêş peymana nukleerê dirêj e
7 gulan, 2021   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ASTENGIYÊN SEREKE KU NAHÊLIN DI RÊGEHA VIYANAYÊ DE PEYMANEK PÊK BÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa dosyaya nukleerê kir û wiha nivîsî: “Bi destpêkirina gera 4`emîn a dan û standinên Viyanayê ji bo vegera Îran û DYA`yê li peymana nukleerê re ku sala 2015`an pêk hatibû, çavkaniyên ji Parîsê dibînin ku êdî rewş pir hesas bûye. Ji ber ku ji qonaxa diyarkirina bingehan derbasî qonaxa çareserkirina mijarên pratîkî yên pir bi girêk bûne ku divê her aliyek kaxizên xwe helwesta xwe bi zelalî pêşkêş bike û diyar bike ku çi qebûl dike û çi red dike.

Wekî her carê, aliyê Îranê çi li Viyanayê dibe çi li Tehranê dibe, hewl dide zextê li dan û standinên neyekser bike da ku bi lez bigihêjin peymanekê ku li gorî wê Amerîka cezayan rake û serok Hesen Rûhanî serkeftina siyasetên xwe berz bike.

Washington jî heta roja îro hêdî hêdî û li hemberî hin gavên Îranê cezayan radike û beşeke cezayan jî wek rêbazeke zextê dihêle, ji bo ku Tehranê neçar bike ku têkildarî dosyayên alternatîf dan û standinan bike.”

‘PEYWENDIYÊN EREBISTANA SIÛDÎ-ÎRANÊ… LIHEVKIRINEKE GIŞTÎ YAN ARAMIYEKE TAKTÎKÎ?’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî dan û standinên Erebistana Siûdî-Îranê wiha got: “Li gel nûçeyên têkildarî peywendiyên veşartî yên Siûdiyê-Îranê, pêşbînî hene ku lihevkirineke muhtemel bê kirin.

Çavdêr pêşbîn dikin ku dan û standinên Siûdiyê û Îranê tenê dosyaya Yemenê binirxînin ku xuya ye Siûdî dixwaze wê dosyayê bigire û ji barê wê xilas be, Îran jî mijarê wek kaxizeke zextê dibîne ku dikare di dan û standinên li gel hêzên biyanî yên têkildarî dosyaya nukleerê de, bi kar bîne. Tehran ji wê yekê hêvî dike ku ji cezayên Amerîkayê ku bandoreke mezin li rewşa wê ya diravî û aborî kiriye, xilas bibe.

Çavdêr dibînin ku îhtimalên aramiya taktîkî di navbera Siûdî û Îranê de zêde ne û pêwîstiya her du aliyan pê heye.”

‘LUBNAN… CAREKE DIN DAN Û STANDINÊN DIYARKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ ASTENG DIBIN’

Têkildarî dan û standinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de jî, rojnameya El-Beyan nivîsî: “Careke din dan û standinên ne yekser di navbera Lubnan û Îsraîlê de yên bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî û navbeynkariya Amerîkayê yên têkildarî diyarkirina sînorên deryayî yên başûr, asteng bûn û gera wê ya 6`emîn hate taloqkirin ku dihat payîn çareşemê hatiba lidarxistin. Ev yek piştî ku şandeya Lubnanê xwe spart xeta 29’an ku Amerîka û Îsraîlê red kir, pêk hat. Hêjayî bibîrxistinê ye ku gera 5`emîn a dan û standinan ku ji Kanûna borî de hatibû taloqkirin, sêşema borî hatibû lidarxistin. Gera 4`emîn jî di 29`ê Mijdara sala borî de hatibû lidarxistin. Ev ger di çarçoveya dan û standinên ne yekser ku 14`ê Cotmeha sala borî de dest pê kiribûn, tên lidarxistin.”

(cx)