`Dewleta Tirk çawa li Garê bi bin ket dê li Herêmên Parastinê jî bi bin bikeve`

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û teqez kirin ku ew êriş dê bi bin kevin û destana Garê şahidê vê yekê ye.

`Dewleta Tirk çawa li Garê bi bin ket dê li Herêmên Parastinê jî bi bin bikeve`
7 gulan, 2021   07:27
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Artêşa Tirk a dagirker ji 24`ê Nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Hêzên gerîla berxwedaneke dîrokî li hemberî wan êrişan raber dikim.

Ji bo şermezarkirina wan êrişan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyan li dar dixin û destnîşan dikin ku ev êriş berdewama komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û hewldana têkbirina projeya biratiya gelan e.

Der barê mijarê de endama Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê Nûriye El-Salih got: “Êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewama komploya li dijî gelê Kurd ku hêzên mezin pêk tînin.”

Nûriye berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parstinê yên Medyayê silav kir û got: “Berxwedana we, çirûskeke ku rêya me ronî dike.“

Di dawiyê de Nûriye ev yek destnîşan kir: “Rêberek û fîlofek ji me re projeyek danî. Dewleta Tirk jî dixwaze vê projeyê tune bike ku gelek guhertin li herêmê çêkir. Lew ra dixwazin van guhertina berovajî bikin û destkeftiyên ku bi saya fedekariyên bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin tune bikin.”

Endama saziyê Îtab El-Xelef jî destnîşan kir ku malbatên şehîdan êrişên dewleta Tirk ên bi çekên giran, pêşketî û bi balafiran şermezar dikin û wiha pê de çû: “Helbet ev êriş dê bi bin kevin, Heftanîn û Garê şahidên têkçûna wan û serkeftina gerîla ne.”

Îtab da xuyakirin ku nexşerêya neteweya demokratîk bi xwîna şehîdan hatiye xêzkirin, ji ber wê dev ji berxwedan û têkoşînê bernadin. Îtab bang li neteweyên ku piştgiriya çeteyên Erdogan dikin kir û got: “Êdî bes e ji bêdengiya we ya li hemberî sûcên dewleta Tirk re yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê.”

Îtab di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dayik û hevserên şehîdan di baweriyê de ne ku têkoşer li Herêmên Parastinê yên Medyayê dê bi ser kevin û dê teslîm nebin.

(şx)

ANHA