Nexweşxaneya Firatê ya giştî dest bi xebatê kir

Nexweşxaneya Firatê ya giştî ya li bajarokê Ebû Hemam ê girêdayî gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi armanca pêşxistina aliyê tenduristî û kêmkirina barê şêniyan di çarçoveya aloziya aborî û tenduristî ya li herêmê de û piştî xebatên sererastkirinê, dest bi xizmetê kir.

Nexweşxaneya Firatê ya giştî dest bi xebatê kir
7 gulan, 2021   07:23
DÊRAZOR

Nexweşxaneya Firatê ya giştî ya li bajarokê Ebû Hemam a gundewarên rojhilatî Dêrazorê di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê de binesaziya wê hate hilweşandin. Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD`ê ve Desteya Tenduristiyê dest bi projeya sererastkirina nexweşxaneyê kir.

Nexweşxaneya Firat a giştî yekemîn nexweşxane li xeta rojhilat e. Xizmeta zêdetirî 600 hezar kesan dike. Zehmetiyên şêniyan dema diçin deverên din da ku werin dermankirin, kêm kirin.

Projeya sererastkirina nexweşxaneyê di 13’ê Cotmeha 2020’an de dest pê kir. Dihat payîn ku xebatên sererastkirinê di nava 120 rojan bi dawî bibin.

BEŞÊN NEXWEŞXANEYÊ

Nexweşxaneya Firatê ji du qatan pêk tê. Di qatê yekemîn de beşa ambulans, neştergerî, mexber (taqîgeh), navenda dermankirina fîzîkî, beşa eşîa, dermanxane û di qatê duyemîn de beşa zayînê, beşa neştergerî, cihek ji bo mayînê û beşa klînîkan hene.

Ji rêveberên Nexweşxaneya Firatê Ebdulqadir Ebdullah got ew niha kadroyan erkdar dikin û wiha domand: "Piştî bidawîkirina projeya sererastkirina nexweşxaneyê û xebatên sivîl me dest bi erkdarkirina kadroyên tenduristî, hemşîre û rêveberiyê kir. Paşê me dest bi pêşkêşkirina xizmetan ji nexweşan re li gorî derfetên heyî kir. Xebatên me ji 2`yê Sibata borî ve dest pê kirin."

Ebdulqadir Ebdullah wiha pê de çû: "Ji ber nexweş bi awayekî zêde berê xwe didin nexweşxaneyê û pêwîstiya wan bi xizmetên tenduristî heye, ji ber wê me nexweşxane bi awayekî fermî di 15`ê Adara 2021`an de vekir."

Ebdullah diyar kir ku hê jî pêwîstiya nexweşxaneyê bi destek, alavên tenduristî, aktîfkirina beşên neştergeriyê û taqîgehê heye. Ji ber ku nexweşxaneya yekemîn a li gundewarên rojhilat e ji bajarokê Baxozê û heta El-Bisêra.

Ebdullah tekez kir ku ji ber rewşên tendursitiyê yên xirab û zêdebûna pêketiyên vîrusa Koronayê rojane nêzî 400 heta 500 nexweşî berê xwe didin nexweşxaneyê.

Têkildarî mijarê yek ji nexweşên di nexweşxaneyê de Hind El-Ehmed wiha axivî: "Nexweşxaneya Firatê li herêmê ya yekemîn e. Barê şêniyan di aliyê aborî de bi awayekî zêde sivik kir. Ji ber dermankirin di kilînîkên taybet de pir biha ne."

Hind El-Ehmed bang li aliyên pêwendîdar kir ku li gel belavbûna gelek nexweşiyan û bihabûnê pêdiviyên pêwîst wekî derman, alav peyda bikin û beşên din aktîf bikin.

Her wiha Komîteya Tenduristiyê di 12`yê Cotmeha 2020`an de dest bi projeya sererastkirina nexweşxaneya bajarê Hecînê kiribû û niha ber bi dawîbûnê ve diçe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AZDvHLLjmvM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>