HRE’yê li dagirkeran da: Leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçe û gundên Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî li dar  xistin. Di çalakiyan de leşkerek û 4 çete hatin kuştin, her wiha leşkerek û 5 çete jî birîndar bûn.

HRE’yê li dagirkeran da: Leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin
7 gulan, 2021   07:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên xwe yên di navbera 28-30’ê Nîsanê de agahî parve kirin. HRE’yê ev agahî dan:

“Roja 28’ê Nîsanê li derdora gundê Birc Heyderê yê girêdayî navçeya Şêrawa, hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 2 erebe hatin rûxandin.

Heman rojê li bajarê Efrînê, li hember leşker û çeteyên dagirker çalakiyeke din hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek û çeteyek hatin kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bûn.

Roja 30’ê Nîsanê, li gundê Xilalka yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê li hember çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di encama wan çalakiyan de bi giştî, leşkerek û 4 çete hatin kuştin, leşkerek û 5 çete jî birîndar bûn.”