ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-05-2021
6 gulan, 2021   23:00

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Remedan Hemze Mihemed ku mezintirîn pisporên siyaset û stratejiyên avê li Iraqê ye got, kêmkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve polîtîk e. Her wiha destnîşan kir divê pirsgirêka kêmkirina derbasî qada navneteweyî were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Xalid Omer destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê qanûnên navneteweyî û lihevkirina sala 1987`an a di navber her du welatn de bin pê dike. Her wiha teqez kir ku divê hikumeta Şamê li hemberî van sûcên domar ên dewleta Tirk helwestên cidî nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Hesekê têkildarî qutkirina ava stasyona Elokê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hêrsa xwe nîşan da û got, armanca dewleta Tirk ji êriş û qutkirina avê qirkirina gel e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-ANHA'yê îro herkîna ava çemê Firatê li herêmeke nêzî bendava Tiştrînê (Rojava) şopand, ku dewleta Tirk ev 3 meh in kêm kiriye û hişt ku dakeve asta xwe ya herî kêm. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Xelîl El-Qadî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê û Iraqê bi êrişên dagirkirinê bi nav kir û destnîşan kir ku êrişên ku di salvegera komkujiyên li dijî Ermenan de pêk tên xwezaya sûcdar a rejîma Tirkiyê ya li dijî gelan îsbat dike. El-Qadî bang li Komkera Erebî kir ku helwesteke cidî li hemberî van êrişan nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê KNK`ê Ehmed Karamûs têkildarî bikaranîna çekên kimyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, anî ziman ku ev bêyî erêkirina hêzên navneteweyî ne mimkûn e pêk were. Her wiha Karamûs diyar kir ku li dijî êriş û planên dagirkirinê amadekariya konferanseke neteweyî ya helwestdiyarkirinê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo gerîlayê HPG'ê Zafer Tolhildan ên ku di berxwedana Avaşînê de şehîd bûbû, merasîmekî xiyabî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rojnamevan Dogan Çetîn êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandin û got “Dixwazin li Metînayê baregehekê çêkin û bi rêya wê dagirkirina Şengalê gengaz bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine û li Tirkiyê asta tundiya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe û rewş ber bi karestekê ve dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên di Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, çawa dagirkerî li Garê têk çû, dê careke din têk biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya El-Partî Ebas Hisên diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û got ev proje ya hemû gelên Sûriyê ye û divê civaka navneteweyî itîrafa siyasî pê bike û piştgiriya wê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarê sûrî Îbrahîm El-Selac diyar kir ku tunekirina çeteyên Dîfaa El-Wetenî bi awayekî yekser, çareseriya herî guncaw a sînordarkirina vê tevliheviya ewlehî û aramiya herêmê ye û piştrast kir ku pêwîst e rûspiyên eşîran rola sereke di eşkerekirina van siyasetên çeteyan de bilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Nexweşxaneya Firat a giştî ya li bajarokê Ebû Hemam ê girêdayî gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi armanca pêşxistina aliyê tenduristî û kêmkirina barê şêniyan di çarçoveya aloziya aborî û tenduristî li herêmê de û piştî xebatê sererastkirinê, kete xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Sêlim ê Kobanê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê û şewitandina berhemên çandiniyê, birçîkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina aramiya herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li kampekê ku tenê 1 kîlometreyan dûrî eniyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye, kurd û ereb xweşî û nexweşiya jiyanê bi hev re parve dikin, armanca wan yek e, berxwedan heta rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA