Hemze Mihemed:Kêmkirina avê li ser Sûriyê û Iraqê polîtîk e'

Remedan Hemze Mihemed ku mezintirîn pisporên siyaset û stratejiyên avê li Iraqê ye got, kêmkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve polîtîk e. Her wiha destnîşan kir divê pirsgirêka kêmkirina derbasî qada navneteweyî were kirin.

Hemze Mihemed:Kêmkirina avê li ser Sûriyê û Iraqê polîtîk e'
7 gulan, 2021   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Di çend rojên dawîn de rêjeya ava çemê Firatê li Bakur û Rojhilatê bi awayekî karesetî kêm bûye û gihaşt astên herî kêm. Ev jî ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya komkirina avê di bendavên ku li ser xaka Tirkiyê ava kiriye de para Sûriyê ji avê kêm kiriye.

Li gorî Desteya Enerjî û Pêwendiyê ya Rêveberiya Xweser, rêjeya avê di golên bendavên li seranserî çemê Firatê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye 5 metre. Ev yek di wêne û dîmenê ku rojane têne belavkirin de, diyar dibe.

Dewleta Tirk peymana girêdayî parvekirina ava çemê Firatê ya ku bi hikumeta Şamê re îmze kiriye, bin pê dike û para Sûriyê ji ava çem wekî ku di peymanê de hatiye diyarkirin bernade. Kêmkirina asta avê ji Mijdara 2020'an ve dest pê kir, nemaze piştî ku dewleta Tirk herikandina ava çemê Firatê ber bi Sûriyê ve bi awayekî dûbare rawestandin. Di encama vê yekê de ava pir kêm bû û ji Çileya borî ve daket asta xwe ya herî nizim.

/kr/uploads/files/2021/05/06/200616_20190825_152906.webp

Li gorî mezintirîn pisporên di warê siyaset û stratejiyên avê û Sekretêrê Weqfeya Navneteweyî ya Jeologyaya Avê (IAH) şaxê Iraqê Remedan Hemze Mihemed, dewleta Tirk bi hincetên cûda dixwaze dest deyne ser herêmê.

 ‘DIXWAZE FIRATÊ BIKE ÇEMEKÊ TIRKÎ'

Remedan Hemze Mihemed ê bi rêya telefonê ji ANHA`yê re axivî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji vê gavê desteserkirina çemê Firatê ye û bike çemekî tirkî û li gel guhertina rewşa hewayê û kêmbûna baranê, jiyana siyasî, aborî û civak kontrol bike.

Mihemed wiha domand: "Îsal pêleke zûhabûnê heye, dewleta Tirk jî bi hemû rêbazan hewl dide ava çemê Firatê kêm bike da ku encamên aloziyê zêdetir bike. Her wiha ji bo ku zemînekê ava bike da ku pirsgirêkên aborî ji Rêveberiya Xweser re derxîne û wê li pêşberî koçberkirina cotkaran ji zeviyên xwe re rû bi rû bihêle û barê Rêveberiya Xweser girantir bike. Di encamê de bi rêya vê yekê serweriya xwe bi ava çemê Firatê  xurt dike."

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bûyerên 2011`an ku li Sûriyê qewimîn dûbare dike, lê vê carê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya bikaranîna kaxeza avê û wiha pêde çû: "Bê gûman bûyerên 2011`an li Sûriyê ne buhara ereban bû bi qasî ku koçberiya cotkaran ji gundewarên Sûriyê ber bi bajaran ve bû."

Remedan Hemze Mihemed di berdewamiya axaftina xwe ev tişt got: "Ji ber ku cotkaran jêdera debara xwe ji çandinî û sewalan winda kir, rewşa hejariyê zêde bû, di encamê de hêrseke siyasî rabû. Rewşên wê demê zemîneke serhildanê li dijî rejîmê danî. Lê sedema sereke pêle zuhabûnê ya salên 2009 – 2010`an bû."

Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê ku jêdera ava vexwarin, çandinî û derxistina kehrebeyê ye, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 3'yê Adara borî de hişyariya rûdana kareseteke mirovî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku zêdetirî 5 mirov lê hene.

'MIJARA KÊMBÛNA AVÊ DIVÊ BIBE ROJEV'

Mihemed îşaret pê kir ku girîng e ku mijara kêmbûna ava çemê Firatê bi zexta li ser Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bibe rojevê û ev tişt got: "Heger ne wisa be dê karesetên mirovî çêbibe ku dê encamên pir xirab ji pirsgirêkên civakî, penaberî, belavbûna xizanî û  nexweşiyan bi xwe re bîne.  Di encamê de dê dewleta Tirk wekî lîstikvanekî rizgarker derbasî herêmê bibe û bi vê yekê dê hin armancên xwe yên firehbûnê li Sûriyê pêk bîne, piştî ku bi rêya dizî û hilweşandinê hêmanên aboriya Sûriyê winda kir."

Mihemed teqez kir ku girîng e ku Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê sûdê ji peymana 1987`an a di navbera Sûriyê, Tirkyê û Iraqê de bigire û wiha got: "Li gorî peymanê divê para Sûriyê ji ava çemê Firatê di her saniyekê de 500 metrekab be, lê dewleta Tirk vê yekê bin pê dike, ev yek weke binpêkirineke ber bi çav ji peyman û rewabûna navneteweyî re ye."

'DIVÊ HELWESTA DEWLETA TIRK WERE TEŞHÎRKIRIN'

Mihemed destnîşan kir ku qanûneke din heye divê Rêveberiya Xweser bixe rojevê da ku sûdê jê bigire û wiha domand: "Divê Rêveberiya Xweser helwesta Tirkiyê ya ne mirovî ku wekî dewleteke îslamî ye û avê kontrolê dike û dibe sedema tîbûna mirov û çandiniyê teşhîr bike. Her wiha divê Rêveberiya Xweser nûnerên dewletên li herêmên xwe agahdar bike û wan iqna bike ku serdana navendên stasyonên avê û hawizên çem ên li bendava Tişrînê bikin ku rêjeya wê kêm bûye û gihaştiye 4 – 5 metreyan û ev yek bandorê li çêkirina kehrebeyê û stasyonên avê dike."

 ‘IRAQÊ 7 MÎLYON KES JI BI TÎBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE‘

Mihemed behsa kêmbûna ava çemê Firatê li Iraqê û wiha bilêv  kir: "Ev yek dê bibe pirsgirêkeke li Iraqê ku 7 hezar mîlyon kes ji Iraqê xwe dispêrin ava çemê Firatê û dê wan bi tîbûnê re rû bi rû bike."

Remedan Hemze Mihemed bal kişand ser kêmkirina rêjeya ava çemê Dicleyê û got: "Ji 6'ê Nîsana îsal ve rêjeya ava çemê Dicleyê kêm be û bi domdarî kêm dibe. Ji ber ku Tirkiyê her tim avê wekî kaxezekê şantajkirinê bi kar tîne û qanûnên têkildarî avê ku îmze kirine bin pê dike."

Li gorî peymana di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê de ya sala 1987`an, divê Iraq ji sedî 60 ji ava ku ber bi Sûriyê ve diherike, bigre.

 ‘DEWLETA TIRK DICLE Û FIRAT NAVNETEWEYÎ NABÎNE‘

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk li gorî peymana hatiye îmzekirin tev nagere, avê ji ser Sûriyê û Iraq qut dike û wiha axivî: "Dewleta Tirk itîraf nake ku çemê Dicle û Firat du çemên navneteweyî ne. Lê belê dibêje ku ew her du çemên tirkî ne, ji xaka wê derdikevin, sînoran derbas dikin û ne çemên navneteweyî ne."

Mihemed Remedan Hemze bang li Rêveberiya Xweser kir ku tedbîrên girîng deyne da ku bi rêya wê rêveberî zanibe bi awayekî baş çavkaniyên avê bikar bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê girîngî ji ava vexwarinê re be paşê avdana bi rêya nuqteyan û paşê çêkirina kehrebeyê ji tişta zêde ji ava vexwarinê û avdanê re be."

(bx)

ANHA