Li Helebê xwepêşandana piştgiriya gerîla

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê piştgirî û desteka xwe ji gerîla re eşkere kir û diyar kir ku dê li hember artêşa Tirk a dagirker têkoşîna xwe bilind bikin.

Li Helebê xwepêşandana piştgiriya gerîla
Li Helebê xwepêşandana piştgiriya gerîla
Li Helebê xwepêşandana piştgiriya gerîla
6 gulan, 2021   13:17
HELEB

Meclisa giştî ya taxêb Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo destekdayîna gerîlayên azadiya Kurdistanê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Garê em bi ser ketin û em ê di berxwedana Avaşîn, Zap û Metînayê de jî bi ser bikevin" xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl li hola civînan a meclisa taxa Eşrefiyê kom bûn û ber bi Kolana Feroc Emar ve çûn.

/ar/uploads/files/2021/05/06/112737_falntyna-abdw.webp

Li wir xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevseroka meclisa giştî ya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê Valentîna Ebdo wiha axivî: "Artêşa Tirk a dagirker hemû cureyên çekan di êrişên xwe yên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi kar anîn. Ên qedexekirî jî bi kar tîne. Armanca dewleta Tirk ji êrişan ku îradeya gelê Kurd û berxwedana şervanên gerîla ku efsaneyên lehengiyê dinivîsin, bişikîne."

/ar/uploads/files/2021/05/06/112716_amr-alshamy.webp

Paşê endamê Komîteya Rûspiyan a Helebê Umer El-Şamî bêdengiya naveteweyî li hember komkujiyên ku artêşa Tirk lidijî sivîlan pêk tîne, şermezar kir.

Umer El-Şamî diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta xwe ya dagirkeriyê didomîne, bajarên ji derveyî sînorên xwe dagir dike, niştecihên wê koçber dike û wan dikuje û armanc dike ku bala gelê Tirkiyê bide derve da ku têkçûna xwe ya hundirîn veşêre.

(bx)

ANHA