Li Hesekê xwepêşandanên li dijî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk

Bi hezeran şêniyên kantona Hesekê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandan li dar xistin.

Li Hesekê xwepêşandanên li dijî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk
Li Hesekê xwepêşandanên li dijî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk
Li Hesekê xwepêşandanên li dijî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk
Li Hesekê xwepêşandanên li dijî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk
Li Hesekê xwepêşandanên li dijî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk
Li Hesekê xwepêşandanên li dijî tecrîdê û êrişên dewleta Tirk
6 gulan, 2021   12:47
HESEKÊ

Bi hezeran şêniyên bajarê Hesekê bi dirûşma "Azadiya Rêbertî azadiya me ye û berxwedana gerîla rûmeta me ye" li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandan ji çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer dest pê kir.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6ctqMj1xhkM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Xwepêşandan li Baxçeyê Rêbertî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama meclisa PYD`ê Ahîn Elî axivî, berxwedana rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê, silav kir.

/ar/uploads/files/2021/05/06/110428_alhskh-ahyn-aly.webp

Ahîn Elî wiha got: "Azadiya Rêbertî azadiya me ye û berxwedana gerîla rûmeta me ye. Ev êriş stratejîk in û berdewama komployê ne. Ev êriş dê bi saya berxwedana gerîla û hêza gelan ku li derdora vê hêzê kom dibin, dê têk biçin."

TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l_NoBSV3Pi0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Her wiha bi sedan şêniyên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn û ji bo destekdayîna ji hêzên gerîla re û şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya meclisê dest pê kir. Di xwepêşandanê de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin û li Kolana Filistînê veguherî mîtîngê.

Paşê bi navê şêniyên navçeyê Idrîs Nemo axivî, êrişên dewleta Tirk û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir. Idrîs Nemo got êrişên dagirkeran dê têk biçin wekî ku çawa li Garê û Zapê têk çûn û dagirker nikarin îradeya gerîla bişikînin.

ŞEDADÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pcnzq8-DVMk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl dijî êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, xwepêşandan li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/05/06/110211_mhydy-aldghym.webp

Xwepêşandan ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û li qada ciwanan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên PYD`ê Mihêdî El-Dexîm piştgiriya bi hêzên gerîla re eşkere kir û behsa çavnebariya dewleta Tirk li herêmê kir.

/ar/uploads/files/2021/05/06/110155_rhf-alghly.webp

Her wiha El-Dixîm tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Paşê endama Kongreya Star Rehef El-Elî jî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Bi saya têkoşîna şehîdan û felsefeya rêber Ocalan em bi azadî dijîn. Em banga rakirina tecrîda li ser rêbertî dikin û em bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, rawestînin."

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bZsWfy0m7NM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Dirbêsiyê bi sedan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî bi dirûşma “Azadiya Serok Apo azadiya me ye û berxwedana gerîla rûmeta me ye” daketin qadan.

Xwepêşendan ji çerxerêya Arîn Mîrkan dest pê kir û li sûka navçeyê bi dawî bû. Li sûkê, bi navê kantona Hesekê Zeyneb Murad axivî û li ser armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan axivî.

/ar/uploads/files/2021/05/06/110252_zynb-mrad-.webp

Zeyneb got ew piştgiriya gerîla dikin û wiha domand: “Heta rêbertî azad nebe, em dê li qadan bin. Em dê piştgiriya gerîla bikin ku li çiyayên Kurdistanê rûmeta me diparêzin.”

Di dawiya xwepêşendanan de beşdaran berxwedana gerîla silav kir û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

KAMPA SERÊKANIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AN6RWIPCrUE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li kampa li rojavayî Hesekê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da raya giştî. Endama PYD`ê Eyşe El-Ibêd li pêşiya meclisa kampê daxuyanî xwend. Her wiha bi dehan endamên partiyê û Kongreya Star tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat gotin dewleta Tirk bi rêya tecrîdê armanc dike tevgera azadiyê têk bibe, berxwedana gel bişikîne û wî ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dûr bixe.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û hat xuyakirin ku gelên herêmê tecrîdê şermezar dikin û bi rûmetdarî bejna xwe li hemberî fedakariyên şehîdan ditewînin.

(bx-şx)

ANHA