Şêniyên Hesekê: Divê têkoşîn û serhildana li hember dagirkeriya Tirk bilind bibe

Şêniyên Hesekê diyar kir ku bi berxwedan û îradeya gerîla û gel dê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têk biçin û got divê têkoşîn û serhildana li hember dagirkeriya Tirk bilind bibe.

Şêniyên Hesekê: Divê têkoşîn û serhildana li hember dagirkeriya Tirk bilind bibe
6 gulan, 2021   13:21
HESEKÊ

Piştî ku Hêzên Parastina Gel (HPG) di Sibatê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Garê têk birin, artêşa Tirk a dgirker ji 23'yê Nîsanê ve êrişeke dijwar biriye ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Sultane Seîd ji ANHA`yê re aixvî, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: “Ji ber bêdengiya navneteweyî em dibînin ku dewleta Tirk çi dixwaze, dike. Çi qasî bi dijwarî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin jî, dê êrişên wan têk biçin.”

Sultane destnîşan kir ku divê gelê Kurd bibe yek û got: “Komplo hemû pêkhateyên gelê herêmê dikin armanc, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn xaka xwe biparêzin.”

‘JI BER KU EM MAFÊN XWE DIXWAZIN, DIXWAZE ME QIR BIKE’

Welatiya bi navê Îde Semîo ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êrişan pêk tîne û çekên qedexekirî jî bi kar tîne û wiha domand: “Ji ber ku em mafên xwe dixwazin, dewleta Tirk dixwaze me qir bike.”

Îde eşkere kir ku girtina rêber Abdullah Ocalan ji bo derxistina aloziyan li Rojhilata Navîn bû û got: “Azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan çareya hemû aloziyên heyî li herêmê ye.”

‘ÊRIŞ NE REWA NE’

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso jî diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne rewa ne û got: “Bi vîn û israra gelên herêmê û gerîla dê dagirkeriya Tirk têk biçe.”

Oso di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku divê li hemberî dagirkeran têkoşîn, serhildan û berxwedan bê bilindkirin û got: “Heke em nebin yek, dê îradeya me lawaz bibe.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jae7YDwqjKo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>