Piştî Hema û Lazîqiyê Îsraîlê moşek avêtin Quneytîrayê jî

Piştî rojekê ji êrişên asîmanî yên Îsraîlê li dijî gundewarên Hema û Lazîqiyê, şeva din Îsraîlê li dijî bajarokekî Quneytîra ya başûrê Sûriyê êriş pêk anî.

Piştî Hema û Lazîqiyê Îsraîlê moşek avêtin Quneytîrayê jî
6 gulan, 2021   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa ‘SANA’ ya girêdayî hikumeta Şamê, şeva din helîkoptereke Îsraîlê deverek li bajarokê Cebata El-Xeşeb a gundewarên Quneytîrayê bi moşekekê hedef girt.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kiribû ku di bombebarana Îsraîlê ya li dijî gundewarên Hema û Lazîqiyê de kuştî û birîndar çêbûne.

 (dm)