Lêpirsînek navneteweyî: Sûcên DAIŞ`ê li dijî Êzidyan sûcên şer in

Şandeya “UNITAD” di lêpirsîneke xwe ya navneteweyî de, ragihand ku sûcên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Êzidiyan pêk aniye, sûcên şer û qirkirina komî ne.

Lêpirsînek navneteweyî: Sûcên DAIŞ`ê li dijî Êzidyan sûcên şer in
6 gulan, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di lêpirsînê de hate eşkerekirin ku DAIŞ'ê li Iraqê li dijî girtiyan çekên biyolojîk bi kar aniye, her wiha diyar kir ku di navbera salên 2014 û 2016`an de DAIŞ`ê li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar aniye.

Her wiha hate gotin ku sûcên çeteyên DAIŞ'ê li dijî Êzidiyan pêk aniye, dikevin asta sûcên şer û qirkirina komî û got, “Hata zanîn ku DAIŞ`ê 875 kes di 11 goristanên komî de veşartiye û piştî êrişa li dijî girtîgeha “Badoş” a Nînewayê 4 cihên kuştina sivîlan hatine naskirin.”

Tê payîn ku şandeya “UNITAD” rapora xwe bi temamî di kongreya 12`ê Gulana bê de eşkere bike.

 (dm)