`ji ber qirêjbûna ava Firatê herêm bi keraseteke mirovî re rû bi rû ye`

Bijîşik Hikmet Ehmed hişyarî da ku heke rewş wisa bidome, dê keraseteke mirovî ji ber qirêjbûna çemê Firatê rû bide. Ehmed helwesta hikumeta Şamê û bêdengiya wê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê ku Tirkiyê pêk tîne şermezar kir.

`ji ber qirêjbûna ava Firatê herêm bi keraseteke mirovî re rû bi rû ye`
6 gulan, 2021   07:22
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Ji 27`ê Çileyê ve dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ya çemê Firatê kêm dike. Li şûna ku mîna lihevkirina sala 1987`an avê bi rêjeya 500 metre kab di her saniyekê berde, niha ev rêje bûye 200 metre kab di her saniyekê de.

Ev yek bi awayekî neyînî bandor li avdana zeviyan, derxistine kehrebeyê kir. Her wiha qirêjbûna ava çemê jiyana bi milyonan kesî kiriye xetereyê û bi nexweşiyan re rû bi rû hiştiye.

`KERASETEKE TENDURISTÎ YA RASTÎN`

Der barê mijarê de Dr.Hikumet Ehmed got: “Ava çemê Firatê piştî ku tê parzûnkirin, jêdera bingehîn a ava vexwarinê ye. Di bingehê de ava çemê na pak e û ji bo vexwarinê nayê bikaranîn ji ber ku dewleta Tirk toreyên kanalîzasyonê berdide nava ava çemê ku ber bi Sûriyê ve diherike.”

Ehmed wiha domand: “Dema rêjeya avê bilind bû, madeyên bi jehr dadketin biniyê çemê, lê niha ji ber ku asta avê gelek kêm bûye, rêjeya madeyên bi jehr û qirêjbûnê zêde bû, ji ber ku kargehên parzûnkirinê êdî rawestîn. Ev yek bi awayekî neyînê bandor li tenduristiya şêniyan dike. Bi taybet di havînê de bi gelek nexweşiyan re mîna zikçûnê û îltîhaba ruviyan rû bi rû dimînin. Rêjeya qirêjbûna çemê niha bûye ji sedî 80`ê.”

Ehmed diyar kir ku di vê demê de hejmara nexweşên zikçûnê bi taybet zarokan zêde bûye. Nexasim ku pileyên germahiyê zêde bûne û ava çemê qirêj bûye û ev hişyar da: “Heke rewş wisa bidome, herêm dê bi keraseteke tenduristî ya rastîn re rû bi rû bimîne. Divê rêxistinên mirovahiyê li hemberî sûcên dewleta Tirk bisekin. Nabe dewleta Tirk li ser hesabê jiyana bi milyonan şênî siyasetên xwe pêk bîne.”

Dr.Hikumet Ehmed di dawiyê de bêdengiya hikumeta Şamê û Iraqê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û îşaret pê kir ku ne tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî vê kerasetê ye lê belê gelê Iraq jî bi heman xetereyê re rû bi rû maye.

Di demeke berê de Rêveberiya Bendavan a Bendava Tişrînê hişyar dabû ku şênî bi keraseteke rastîn re rû bi rû maye, ji ber ku rêjeya ava çemê gelek kêm bûye bi taybet di havînê de ku dê bibe sedema belavbûna nexweşiyan. Nexweşî bi rêya ava qirêj belav dibe. Mîna ku tê zanîn piraniya gelên herêmê ava vexwarinê yekser ji çemê digirin beyî ku stasyonên parzûnkirinê hebin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ddfMaV6USWY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>