Rêveberiya Bendava Tişrînê: Îdiyayên li ser zêdekirina rêjeya ava çemê Firatê ne rast in

Rêveberiya Bendava Rojava "Tişrîn" a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îdiyayên dewleta Tirk ên li ser berdana ava çemê Firatê di rojên borî de bi rêjeyeke ji ya niha zêdetir, derewand.

Rêveberiya Bendava Tişrînê: Îdiyayên li ser zêdekirina rêjeya ava çemê Firatê ne rast in
6 gulan, 2021   07:19
KOBANÊ

Têkildarî berdewamkirina daketina rêjeya ava çemê Firatê, Ji rêveberên Bendava Rojava "Tişrîn" Cîhad Bêrem ji ANHA`yê re axivî.

Bêrem teqez kir ku dewleta Tirk ji 27`ê Çileyê borî ve para Sûriyê ji ava çemê Firatê girtiye û tenê 200 m3 di her xuleyekê de, berdide.

Dewleta Tirk peymana bi Sûriyê û Iraqê re ya sala 1987`an paşguhd dike, ku divê li gorî wê di her xuleyekê de 500 m3    av bê berdan. Iraq jî tenê ji sedî 60 ji wê rêjeyê werdigire.

Bêrem diyar kir ku Bendava Tişrîn di rojê de 16 saetan bi temamî tê rawesatandin û tenê 8 saetan dixebite da ku çend saetan kehrebeyê bide hin herêman.

Bêrem got ger guhertin di rêjeya ava çemê Firatê de çêbibe dê rêveberiya bendavê bi wê yekê bi awayekî fermî ji raya giştî re ragihîne. Her wiha teqez kir ku hin dezgehên çapemeniyê dixwazin raya giştî bixapînin da karesata mirovî dewleta Tirk bi rêya girtina avê ji ser Sûriyê pêk tîne, binuximîne.

(bx)

ANHA