Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên taxa Teyî ji nû ve sererast dike

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji nû ve dibistanên taxa Teyî restore dike ji nava wan dibistanan jî dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen e ku çeteyên Dîfa El-Wetenî kiribûn navendeke leşkerî.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên taxa Teyî ji nû ve sererast dike
4 gulan, 2021   06:42
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Piştî şerê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê de ku di 20’ê Nîsanê heta 26’ê heman mehê de dewam kir û di encamê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn çete ji taxa Teyî ya li başûrê Qamişlo derxistin, saziyên xizmetguzariyê yên Rêveberiya Xweser derbasî taxê bûn û xizmetê pêşkêş dikin. Tax di dema serweriya çeteyên Dîfa El-Wetenî de di aliyê xizmetguzariyê de hatibû paşguhkirin, çeteyan avahiyên perwerdê ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianîn.

Çeteyên Dîfa El-Wetenî ji 2012’an de, dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen a li naverasta taxa Teyî kiribûn navenedeke leşkerî û bi navê "Mefrezeya Lîlo" dihate nasîn. Ev yek li gorî qanûnên navneteweyî binpêkirineke eşkere ye. Heta nedihiştin xwendekar xwendina xwe temam bikin.

‛BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ’

Têkildarî mijarê, pisporê Lêkolînên Aşitiyê, çareserkirina nakokiyên çekdarî-Lundon Dr. Azad Dêwanî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Bikaranîna avahiyên perwerdê ji aliyê çeteyên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê ve binpêkirina mîsaqên navneteweyî ye ku Sûriyê endameke wê ye. Ji van mîsaqan ragihandina cîhanê ya mafên mirovan ku NY’yê di 1948’an de derxistiye ku divê rêz ji mafê perewerdê re were girtin û ew yek jî di madeya 26’an de heye."

/ar/uploads/files/2021/05/04/050333_aazad-dywany.webp

Dêwanî wiha domand: "Ji wê zêdetir ev kiryarê bi sûc li dijî gorî peymanên Cinêvê yên 1949’an, protokolên wê yên 1977’an e. Li gorî peymanan de divê saziyên sivîl ji dibistan û navendên perwerdekirina zarokan werin parastin û ji armancên leşkerî re neyên bikaranîn."

‛JI BO XWENDEKARAN DIBISTANEKE QEDEXEKIRÎ YE’

Gelek ji şêniyên taxa Teyî got piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên Dîfa El-Wetenî dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen vegerand navnendeke leşkerî, bi wê re zarokên taxê neçar man ku biçin dibistanên dûrî malên xwe.

Çeteyên Dîfa El-Wetenî nedihişt şênî nêzî dibistanê bibin û bikevinê û hemû heyînên wê talan kiribûn. Ji bilî wê jî danûstandina çeteyan bi şêniyan re ne baş bû û tevahî alîkariyên ku rêxistinên cîhanê ji şêniyên taxê re dişandin, didiziyan.

/ar/uploads/files/2021/05/04/050446_khlyl-alhbyb.webp

Şêniyê bi navê Xelîl El-Hebîb ku bavê 11 zarokan e, ji wan 4 diçin dibistanê wiha got: "Ji dema ku çeteyên Dîfa El-Wetenî dibistan xistiye bin kontrol ve, nedihiştin xwendekar û sivîl derbasî dibistanê bibin, heta nedihiştin nêzîkê wê jî bibin. Ji lew re em neçar man ku 4 zarokên xwe bişînin dibistaneke dûrî malê."

El-Hebîb wiha berdewam kir: "Girtina dibistanê azar ji zarokan re çêkirin, bi taybet di zivistanê de, ji ber ku zarokên ku diçûn dibistaneke dûrî malê. Li kêlekê wê jî rêya giştî pir qerabalix e û xeteriyekê çêdike."

El-Hebîb bang kir ku ji nû ve dibistanê sererast bikin, da ku rola xwe ya rasteqîn a perwerdê bilîze, rewşa xizmetguzariyê baş bikin û rêyên girtî yên di nava taxê de vekin.

‛ SERASTKIRINA DIBISTANAN, DÊ ROLA XWE YA BINGEHÎN BILÎZIN’

/ar/uploads/files/2021/05/04/050525_rwhat-khlyl.webp

Li aliyekî din jî Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl diyar kir ku piştî derxistina çeteyên Dîfa El-Wetenî ji taxa Teyî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê serdana dibistanên taxê kir û şopandin, da ku bi rola xwe ya serastkirin û restorakirina dibistanan rabe.

Rohat Xelîl wiha got: "Bi rêya gera me, me dît ku pêdiviya dibistanan bi sererastkirinê heye û dibistana herî zirar dîtiye, çeteyan dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen vegerandibûn navendeke leşkerî."

Rohat Xelîl wiha gotina xwe bi dawî kir: "Komîteya Restorakirin û Sererastkirinê ya girêdayî desteyê, dê gerên xwe li nava taxê berdewam bike, da ku dibistanên ku li taxê hene bişopîne û amade bike ji bo ku xwendekar bikaribin sala xwe ya xwendinê bê astengî berdewam bikin."

Xwendekarên taxa Teyî li 3 dibistanan dixwendin, ji wan du dibistan ên seretayî ne û ya din jî ya amadehî ya keçan e, ew jî beriya ku çeteyên Dîfa El-Wetenî dibistaneke ji wan vegerîne navenda leşkerî."

(fr)

ANHA