Piştî 4 salan ji peymana "Herêma Bêçek"..hewldanên parçekirina Sûriyê berdewam in

4 sal di ser peymana "Herêma Bêçek" re derbas dibe, ku di navbera sêaliyê girêbestan" Rûsya, Tirkiyê û Îranê" de hatiye îmzekirin re. Ev peyman destpêka rêze lihevkirinên mîna van peymanan bû ku tu nav lê nehatibûn kirin. Her wiha ev peyman ji makanîzmeya dabeşkirina herêmên kontrolkirinê li xaka Sûriyê bû.

Piştî 4 salan ji peymana "Herêma Bêçek"..hewldanên parçekirina Sûriyê berdewam in
4 gulan, 2021   03:02
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Piştî ketina bajarê Helebê di destê hikumeta Şamê de di Kanûna 2016'an de û piştî peymana rûsî-tirkî ya vekişandina çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji beşê rojhilat ê bajar, Moskovê dest bi rêveçûna Astanayê kir ku bi tevlêbûna Îranê re bû sêalî.

Ji ber xistina balafireke Rûsyayê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji aliyê dewleta Tirk ve, ku Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan asta gefên xwe zêde kirin û qebûl nekir lêborînê bixwaze, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê gûr bûn. Lê di encamên zexta Rûsyayê de, Erdogan neçar ma ku lêborînê bixwaze û dest bi pêkanîna lihevkirinan bi Rûsyayê kir. Piştî vê bûyerê hevalbendiya Astanayê hate avakirin.

Di encamên gelek gerên danûstandinê de ku di destpêka 2017’an de dest pê kirin, "dewletên garantor" di 4’ê Gulana 2017’an de peymanek ji bo avakirina 4 herêman "Bêçek", Idlib, bejahiyên bakurê Humisê, Xûta Şerqiye (Rojhilat) û herêma başûr îmze kir.

Lê ev peymana di navbera van dewetan de ji bo pevguhartina bi dagirkirina herêman hate bikaranîn. Destpêka van peymanan li ser jî Xûta Şerqiye-Efrînê bû. Dema ku hêzên hikumeta Şamê êrişî Xûta kir, dewleta Tirk ferman da çeteyên xwe yên li eniyên dîtir ku şer rawestîne û piştgiriya wan herêman neke, di encama wê de peymaneke lihevkirinê ji bo koçberkirina çeteyan û malbatên wan ber bi Efrînê ve ku dewleta Tirk li gorî wê peymanê dagir kiriye, hate îmzekirin.

Wêne ji Xûta Şerqiye ber bi Efrînê ve ne cuda bû, dem û dîmen yek bûn, mîna ku kesek van êrişan bi rê ve dibe.

Piştî wê gelek ger hatin çêkirin, bi rêya wê dewleta Tirk a dagirker herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, ku li beramber wê jî hêzên hikumeta Şamê ji bejahiyên Idlib, Heleb û Laziqiyê bi pêş ve biçin û rêya M4 serwer bike.

Van her sê dewletan, 15 gerên ji civînên Astanayê li dar xistin ku ji bilî wêran û guhartina demografî tiştek ji sûriyan re neanîn.

‛TIŞTÊ PÊK HATIYE BEROVAJÎ YÊ HATIYE RAGIHANDIN E’

Akademisyen û lêkolînerê sûrî Dr. Îbrahîm Muslim girêdayî vê mijarê wiha got: "Armanc ji ragihandina peymana Herêma Bêçek a di navbera dewleta Tirk, Rûsya û Îranê de, parastina xaka Sûriyê û pêkanîna serweriya wê ye. Lê ya ku pêk hatiye, berjewendiyên van her sê dewletan bû, berovajî wê ji dema ku dewleta Tirk a dagirker gelek herêmên Sûriyê; Cerablus, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, serweriya Sûriyê hate binpêkirin."

Muslim wiha domand: "Li gorî peymanê ji bilî Reqa, Dêrazor û Tertosê tevahî herêmên Sûriyê hatin dagirkirin, ji ber ku Tertos di bin serweriya hikumeta Şamê de bû, Reqa û Dêrazorê jî di bin serweriya DAIŞ’ê de bû. Tevî ku gundewarên Reqa û Dêrazorê di wê demê de rizgarkirî bûn û Reqa jî ber bi rizgarkirina bi giştî ve bû. Lê parêzgeha Hesekê jî di bin serwiya QSD’ê de, bi taybet YPG’ê bû."

Muslim diyar kir ku ji bilî Hesekê, Dêrazor û Reqa, armanca peymana "Herêma Bêçek" eşkere dibe, ew jî bidawîkirina şerê di navbera van her sê dewletan de û destpêkirina şer li dijî Rêveberiya Xweser QSD’ê ye.

Muslim da zanîn ku peyman li gorî berjewendiya dewleta Tirk, Rûsya û Îranê bû û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk, projeya Rêveberiya Xweser wekî gefekê li ser berjewendiyên xwe dibîne. Lê Rûsya û Îranê jî tu peymana bi Rêveberiya Xweser re çênekirine, da ku bikeve bin serweriya hikumeta Şamê. Ji lew re ji berjewendiyên wan her duyan ew e ku dewleta Tirk şerê vê rêveberiyê bike,  da ku lawaz bike. Di encamê de heger danûstandin an jî peyman bi hikumeta Şamê re pêk bên, wê demê dê Rêveberiya Xweser tawîzan bide wan."

GUHARTINA DEMOGRAFÎ

Der barê destkeftiyên peyman "Herêma Bêçek" de ji 2017’an ve, Muslim wiha axivî: "Destkeftiyên ji wê peymanê çêbûne, çi li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine yan jî li herêmên hikumeta Şamê be guhartina demografîk çêbû. Me dît ku çawa li gorî vê peymanê şêniyên Efrînê hatin koçberkirin û li herêmên Şehbayê bi cih bûn û şêniyên ji Xûtayê li Efrînê hatin bicihkirin."

Muslim da zanîn ku dewleta Tirk, Rûsya û Îranê bi erêkirina hikumeta Şamê ya bê îrade roleke mezin di guhartina demografî de list û got: "Ji berjewendiya hikumeta Şamê ye ku tu altarnatîf wê li herêmê tune be. Ji ber dizane ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, dê ew û çeteyan biçin, lê hebûna Rêveberiya Xweser dibe ku altarnatîfa wê be."

Muslim diyar kir ku ev peyman li gorî berjewendiya hikumeta Şamê ye, da ku hêza xwe komî ser hev bike û vegerîne, di heman demê de jî naxwaze altarnatîfekî wê bi nûnertiya Rêveberiya Xweser ku piştevaniya xwe ji Koalîsyona Neteweyî dike, hebe.

‛DÛRXISTINA HÊZÊN ROJAVAYÎ Û ASTENGKIRINA CINÊVÊ’

Der heqê armanca ji hevalbendiya sêalî (Rûsya, dewleta Tirk û Îranê) de Muslim wiha li gotina xwe zêde kir: "Van her sê dewletan peymana Herêma Bêçek berdewam kir û bû destpêka hevalbendiyeke neeşkere. Hin pevçûnên leşkerî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de çêdibûn. Lê di heman demê de dewriyeyên hevbeş ên her duyan hebûn. Armanc jê jî dûrxistian hêzên rojavayî mîna Amerîka û Koalîsyona Navnetweyî ye, bi taybet piştî daxuyaniya serokê DYA’yê yê berê Donald Trump a vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Muslim eşkere kir ku tu sûd ji van peymanan tune ye, di bingeh de ev peyman wek bertek li hember peymanên navneteyî yên taybet bi Sûriyê mîna Cinêvê pêk hatin ku piştre jî Cinêv bi sedema Astanayê hate astengkirin.

Muslim di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Heke ev dewlet cidî bûna, ew ê bi hêzên navneteweyî re ku Koalîsyona Navneteweyî ava kiriye ku dewleta Tirk hin caran xwe parçeyeke jê dibîne li hev bikira. Lê tevahî dizanin ku dewleta Tirk piştevaniya komên terorîst mîna DAIŞ’ê, El-Nusra dikir û hebûna wê di koalîsyonê de ji berjewendiya DAIŞ’ê û nixumandina wê bû. Me ev yek jî di şerê Kobanê de dît ku çawa birîndarên DAIŞ’ê li Tirkiyê dihatin dermankirin."

Têkildarî çareseriya krîza Sûriyê, Dr.Îbrahîm Muslim wiha axivî: "Çaresekirina krîza Sûriyê di aktîvkirina biryara Cinêv û avakirina desteya birêvebirinê ya demkî ya li gorî biryara 2254’an de ye ku bi rêya wê hilbijartin werin lidarxistin û destûreke nû were nivîsandin. Lê tevahî dizane heta komîteya destûrê ya ku hatiye avakirin, bi destê dewleta Tirk û dewletên dîtir hatiye avakirin."

Muslim destnîşan kir ku divêyabû ku piştî pêkanîna biryara 2254’an, komîteya destûrê bihata avakirin, ne beriya wê û got:" Ji ber komîteya ku niha hatiye avakirin, berjewendiyên dewleta Tirk, Rûsya  Îranê heta endamên komîteya destûrê yên alîgirên hikumeta Şamê û muxalifên îxwanî û yên qaşo civaka sivîl a ku hatiye ferzkirin, pêk tîne û nûnertiya gelê Sûriyê nake."

‛DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BIKEVE TEVGERÊ’

Muslim piştrast kir ku pêwîst e civaka navneteweyî bi rola xwe ya rasteqîn, bi taybet DYA’yê, Fransa û Almanya rabe û divê YE’yê zextê li Rûsya bike ku Cinêv aktîv bike û Astanayê ya ku diket xizmeta van dewletan, ne gelê Sûriyê, rake.

‛ASTANA SÛRIYÊ PARÇE DIKE’

Dr. Îbrahîm Muslim wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi kurtayî, peymana Herêma Bêçek dabeşkirina Sûriyê ye, ne parastina yekitiya xaka Sûriyê weke ku idîa dikin. Ji lew re Rêveberiya Xweser bi dabeşkirina Sûriyê û ragihandina fedrayaliyekî ji aliyekî ve tê tawanbarkirin û ev jî ne rast e. Tevahî dizanin ku armancên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser çi ne û piranî siyasetmedar û pispor dibînin ku projeya Rêveberiya Xweser ji tevahî sûriyan re dendika Sûriyê ya demokrasiyê ye.

Dema Cinêv bi cidî were aktîvkirin, dê rola pêkhateyên Rêveberiya Xweser jî hebe, dema ku Amerîka ragihand ku dê Rêveberiya Xweser di van danûstandina de beşdar bibe, her sê welatan civînên sêalî li dar xistin."

(fr)

ANHA