Gerîla TV dîmenê çalakiya li Avaşînê belav kir

Gerîla Tv, dîmenê çalakiya gerîlayên HPG/YJA Star a 26’ê Nîsanê ku li Avaşînê li dar xistibû belav kir.

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Avaşînê belav kir
3 gulan, 2021   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser çalakiyê ev agahî parve kir:

26`ê Nîsanê saet 09:30’î hêzên me li dijî dagirkerên ku hewl dan bi dizî bikevin Girê Piramît ê li herêma Avaşîn, çalakî kirin. Gerîlayên ketin çeperan dagirker tarûmar kirin. Hêzên me yên demek kin de çeper xistin bin kontrola xwe, çûne ser cenazeyên dagirkeran 1 çeka MPT-55, 1 bombe atar, 1 BKC, 1 roketa B-7, 1 dûrbûna termal, 2 dûrbûnên çekan, 1 bêtêl desteserkirine. Di vê çalakiyê de bi kêmanî 4 dagirker hatine kuştin."

Dîmenê Çalakiyê: