Daîreya Têkiliyên Derve 92 jin û zarokên çeteyên DAIŞ`î radestî Ozbekistanê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avaihiya xwe ya li Qamişloyê li gorî belgeyeke fermî ku her du aliyan îmze kiriye, îro 92 jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî hikumeta Ozbekistanê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve 92 jin û zarokên çeteyên DAIŞ`î radestî Ozbekistanê kirin
30 nîsan, 2021   09:27
QAMIŞLO

Şandeya Wezareta Karên Derve ya Ozbekistanê bi serokatiya balyozê wê yê li Kiwêtê Bahramjan Allaouf di 28`ê Nîsanê de gihaşt avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgirên hevseroktiyê Fener Giêt û Ebîr Îliya û gerînendeya nivîsgeha hevserokatiyê Nafiye MIhemed ve hat pêşwazîkirin.

Îro hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û balyozê Komara Ozbekistanê yê li Kiwêtê Bahramjan Allaouf belgeya radestkirina 92 jin û zarokên DAIŞ`ê yên ozbek, îmze kir.

Omer di civîna çapemeniyê de ku li daîreyê hat lidarxistin, diyar kir ku wan 68 zarok ku di nav de 7 zarokên sêwî hene û 24 jinên ozbek radestî  Ozbekistanê kirine. Omer wiha domand: “Di siyaseta me ya têkildarî doza radestkirina malbatên DAIŞ`ê de ji welatên wan re, em zarokên sêwî û zarokên ku pêwîstiya wan bi dermankirina li derve heye, piştî erêkirina dayikên wan, radest dikin.”

Omer da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser gelek caran banga darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî li ser axa herêmê kir.

Balyozê Ozbekistanê Bahramjan Allaouf jî got wan navên 180 kesên ozbek ku di kampan de ne, tomar kirine. Bahramjan Allaouf wiha domand: “Hikumeta Ozbekistanê bernameyên taybet amade kirine. Zarok dê di bin eleqedariya serokkomar de bin.”

Balyozê komara Ozbekistanê yê li Kiwêtê, ji ber ku xebatên veguhastina malbatên DAIŞ`î yên ozbek hêsan kiriye, spasiya Rêveberiya Xweser kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YuVmN8DiKW0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>