​​​​​​​Pisporekî misirî: Peymanên navneteweyî tekane armanca wan qirkirina Kurdan e

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, beriya wê jî girtekên Amerîkayê ku wek erêkirineke nû tên fêmkirin, bêdengiya Bexda û Hewlêrê gelek pirs girêdayî hesabên hêzên nanvneteweyî û aliyên iraqî derxistin pêş. Pisporekî misirî teqez kir ku gelek lihevkirin hene ku hemû armanc dikin Kurdan bikin qurbanî.

​​​​​​​Pisporekî misirî: Peymanên navneteweyî tekane armanca wan qirkirina Kurdan e
29 nîsan, 2021   02:04
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Artêşa Tirk a dagirker ji 24`ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Metîna û Avaşînê dike.

Ev êriş hemwextî salvegera 106`an a komkujiyên Ermenan ji aliyê Osmaniyan ve pêk hatin. Li gorî çavdêran; armanca û şêwazên van komkujiyan û hewldanên desthilata AKP`ê yên qirkirina gelê Kurd nêzî hev in.

Beriya van êrişan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand  ku kesên agahiyan der barê 3 fermandarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bîne ew ê li hemberî vê yekê pereyan bide wan.  Ji vê ragihandinê û piştî hevdîtina serokê Amerîkayê Joe Biden bi hempîşeyê wî yê tirk Recep Tayyîp Erdogan re bi rêrya telefonê, nîşan dide ku DYA`yê êrişên Tirkiyê erê kirine.

Tevî daxuyaniyên serokê Amerîkayê di hemleya hilbijartinan de ku piştrast kir ku ew ê girîngî bide mafên mirovan û soz da ku zextê li Tirkiyê bike, lê beriya çend rojan tenê bi komkujiyên komkujiyên Ermenan îtîraf kir lê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan paşguh kir.

`RÊBAZA JI ZÊDETIRÎ 100 SALAN VE BERDEWAM`

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîrayê Seyd Ebdulfetah got: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê ne tiştekî nû ye, ji beriya gelek salan ve berdewam in. Armanc jî têkbirina endamên PKK`ê ye ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û şofanîst li ber xwe didin.”

Der barê girêdana navbera van êrişan û salvegera komkujiyên Osmaniyan û Tirkan yên li dijî Ermenan de, Ebdulfetah ev yek destnîşan kir: “Tek girêdanek di navberê de heye ku ew jî tevî sed sal zêdetir di ser re derbas bûye, lê dîsa jî rêgez, pergal û hişmendiya dewleta Tirk heman in, ew jî rêgeza pozbilindiyê, redkirin û tunekirina hebûna kêmneteweyên din e.”

Seyîd Ebdulfetah da zanîn dewleta Tirk, komkujiyên hovane ji yên Ermenan ne kêmtir li dijî gelê Kurd ê resen û xwedî maf pêk anîn, zêdegaviyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd heta niha berdewam in.

ꞌTÊGIHIŞTINEKE ŞAŞ JI ALIYÊ HIKUMETÊN BEXDA Û BAŞÛR VE HEYEꞌ

Ebdulfetah ev xal li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên leşkerî yên li dijî Başûrê Kurdistanê zêdegavî û binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî û binpêkirina serdestiya dewletan didomîne. Ev êriş li dijî serdestiya dewleta Iraqê û Başûrê Kurdistanê berdewam in, divê her du hikumet helwestekê nîşan bidin. Her wiha divê li ser asta herêmî û navneteweyî helwestek hebe ku van operasyonan red dike û dewleta Tirk neçar bike ku êrişên xwe rawestîne ku bi rêya wê serdestiya Iraqê bin pê dike."

Têkildarî helwesta dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî van êrişên dewleta Tirk Seyd Ebdulfetah got: “Nabe ku mirov bi temamî piştrast bike ku razîbûnek an jî erêkirin û piştgiriyek ji aliyê hikumeta navendî ya li Iraqê yan jî hikumeta Başûrê Kurdistanê ve heye,  lê belê dibe ku hin alî van operasyonan wekî ku dikeve xizmeta wan bi nav bike, ev jî têgihiştineke şaş e.”

Girêdayî hebûna girêdanekê di navbera êrişan û hewldana Bexdayê ku derbasî Şengalê bike de Ebdulfetah ev nirxandin kir: "Dibe ku hikumeta navendî ya li Bexdayê bawer dike ku bi ketina Şengalê hemwextî êrişên dewletaTirk, ji berjewendiyên wê ye. Lê dewleta Tirk ji gelek salan ve bi rêya êrişên xwe yên li dijî Iraqê, serdestiya Iraqê bin pê dike û ewlehiya neteweyî ya gelê Iraqê gef e. Ji lew re divê hikumeta Iraqê van kiryaran bi hemû awayan red bike û bi rêya rêxistinên herêmî û navneteweyî tev bigere, da ku van êrişan rawestîne û wan şermezar bike û banga derxistina hêzên Tirkiyê ji Iraqê bikin."

ꞌLI KU DERÊ BE TIRKIYÊ DIJMINÊ KURDAN Eꞌ

Der barê vê mijarê de Seyd Ebdulfetah destnîşan kir ku dewleta Tirk dijmina tevahiya Kurdan e, dewleta Tirk ne pêkane ku di navbera wê û aliyekî kurdî de dijminahiyek û şerek hebe û di navbera wê û aliyekî kurdî yê din de jî hezkirin, hevaltî û têkiliyên aborî û siyasî hebin.

Ebdulfetah ev li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk li her çar parçeyan hebûna gelê Kurd red dike, tevî ku ji beriya hezaran sal ve li ser erda xwe ya dîrokî ye. Tevî ku dixuye ku têkiliyên xurt û hevgirtî yên aborî û siyasî di navbera dewleta Tirk û hikumeta Başûr de hene, lê dema ku hikumeta Başûrê Kurdistanê lidarxistina referandomê ragihand ku ji mafê gelê Kurd û tevahiya mafên gelên li ser rûyê vê erdê ye, lê dewleta Tirk rûyê xwe yê rastîn eşkere kir û li dijî vê referandomê derket. Ji wê zêdetir gefa bi karanîna hêza leşkerî li dijî Başûrê Kurdistanê xwar û bi Îranê re dorpêçek aborî li ser gelê Başûrê Kurdistanê ferz kir."  

Seyd Ebdulfetah got ev helwest piştrast dike ku dewleta Tirk tu nêrîneke erênî li gelê Kurd nanêre û helwesta wê ji tevahiya aliyên xebatên siyasî yan jî partiyan û hêzn siyasî û leşkerî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yek e.

ꞌPEYMANÊN NAVNETEWEYÎ PIR IN HER TIM KURD QURBANÎ NEꞌ

Têkildarî helwesta navneteweyî Ebdulfetah got: “Tiştek mîna hevkariyekê di navbera civaka navneteweyî û hêzên çalak di nav de bi dewleta Tirk re heye. Ev hevkarî û çavgirtinê ji aliyê hêzên navneteweyî ve rê dide dewleta Tirk ku asta zêdegavî û êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd çi li Tirkiyê yan jî li Sûriyê yan jî li Iraqê zêde bike.”

Ebdulfetah wiha axaftina xwe berdewam kir: “Civaka navneteweyî çavên xwe li ser êrişên Tirkiyê digire. Ev helwest gelek şerm e. Divê hêzên navneteweyî yên din ku berjewendiyên wan bi Tirkiyê re tune ne, wekî Fransa xebatên civaka navneteweyî bi rêve bibe da ku zêdegaviyên li dijî gelê Kurd rawestînin.”

Seyd Ebdulfetah got ew dizanin ku berjewendî û têkiliyên xurt ên têne zanîn û nayên zanîn di navbera dewleta Tirk û hêzên aktîf ên civaka navneteweyî de hene, mîna Amerîka, Rûsya, Almanya û Brîtanya û ev têkilî dihêlin Erdogan û dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd berdewam bike.

Amerîkayê ragihand ku ew ê her kesê ku agahî der barê fermandarên PKK`ê didin xelat bike, di vî warî de Ebdulfetah da xuyakirin ku ew ji vê ragihandinê şaşwaz mane û ev helwest nayê qebûlkirin, bigumanan têkildarî helwestên Amerîkayê ji gelê Kurd û dewleta Tirk jî çêdike.

Seyd Ebdulfetah diyar kir ku gelek caran kesayetên di Rêveberiya Amerîkayê de daxuyaniyan didin û ji wan diyar dibe ku Amerîkayê li dijî dewleta Tirk e û têkiliyên di navbera her du aliyan de ne baş in, piştî ku xurt bûn. Di hin caran de jî li ser asta çapemeniyê qurkirinek di navbera her du aliyan de hebû lê her tim têkilî di navbera wan de xurt bûn û bi guhertina kesê li Koşka Spî û kesê DYA`yê bi rêve dibe re nayên guhertin.

Ebdulfetah di vî warî de axaftina xwe wiha domand: Cudabûneke zêde di navbera Biden û yê beriya wî û dê li pey were tune ye. Mijara ku Biden bi Erdogan re axiviye, tê wateya ku wî rê daye Tirkiyê ku êrişên xwe li dijî gelê Kurd bidomîne. Ev yek durûtiya pîvanên hêzên navneteweyî bi taybet DYA`yê eşkere dike. Di dema ku bi komkujiyên Ermenan li ser destê Tirkan îtîraf kir, em dibînin ku rê dide Erdogan ku êrişa xwe û plana xwe ya qirkirina Kurdan bidomîne.”

Ebdulfetah daxuyand ku helwesta Amerîkayê durûtiya Amerîkayê eşkere dike û diyar dike ku dewleta ku her tim banga parastina mafên mirovan dike, vê yekê di pratîkê de pêk nîne û tenê li gorî pîvanên xwe yên durûtî û berjewendiyên xwe pêk tîne. Ebdulfetah destnîşan kir ku li gorî mentiqê madem DYA`yê bi komkujiyên Ermenan îtîraf kir, wê demê divê heman pîvanê li ser sûcên rejîma Tirkiyê ya li dijî Kurdan bimeşîne.

Ji bo helwesta Îranê ya ji êrişên artêşa Tirk ên li dijî çiyayên Kurdistanê Ebdulfetah got: “Îran xwedî bandoreke mezin e û di kar û barên Iraqê de lîstikvaneke sereke ye. Yanî bêdengiya wê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan de li Iraq û Sûriyê, tê wateya ku lihevkirinek di navbera Îran, Tirkiyê û Sûriyê de heye.”

Di vê çarçoveyê de Seyd Ebdulfetah wiha pê de çû: “Di navbera DYA û Tirkiyê, Tirkiyê û Rûsya, Tirkiyê û hikumeta Şamê û Tirkiyê û Îranê de gelek lihevkirin hene. Di piraniya van peymanan de gelê Kurd dibe qurbanî. Divê em qet lihevkirinên kirêt ên DYA`yê bi Tirkiyê re û yên Rûsyayê bi Tikriyê re yên li dijî gelê Kurd li Sûriyê ji bîr nekin. Encama wê dagirkirina Efrînê, hewldana qirkirina gelê wê, koçberkirina wê û bicihkirina terorîstan li şûna wan bû.”

Serokê Navenda Lêkolînên kurdî ya Qahîrayê Seyd Ebdulfetah di dawiyê de ev xal rêz kirin: "Ev isbat dike ku peymanên qirêj ên di navbera van rejîman de berdewam in. Ji bo wê divê aliyên kurdî, nexasim ên li Sûriyê hişyar bin û bizanin ku hevaltiyeke domdar tune ye. Rûsya û Amerîkayê tenê berjewendiyên xwe dizanin û girîngî nadin tu gelekî yan jî kêmneteweyî."

(eh)

ANHA