Ji ber ku laçik li xwe nekiribû Hemasê êrişî rojnamevanekê kir

Endamên ewlehiya Tevgera Hemasê ya li Xezayê êrişî rojnamevan Rewaa Ebû Murşid kir, ji ber ku laçik li xwe nekiribû û Sendîkeya Rojnamevanên Filistînî ev kiryar şermezar kir.

Ji ber ku laçik li xwe nekiribû Hemasê êrişî rojnamevanekê kir
28 nîsan, 2021   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Sendîkeyê li ser zimanê Rewaa Ebû Mûrşid ragihand ku dema roja yekşema derbasbûyî li herêma Cehir El-Dîk a rojhilatê parêzgeha El-Wista xebat dişopand, du endamên"Kontrolkirina meydanî" yên girêdayî Tevgera Hemasê hatin, nehiştin ku ew û hevala xwe dîmenan bikişînin û ew girtin.

Rewaa Ebû Mûrşid diyar kir ku bi"Wezareta Hundirîn" a li Xezayê re axivî û hişt ku biçe, lê endamekî ewlehiyê heqaret lê kir, ji ber ku laçik li xwe nekiribû.

Rewaa Ebû Mûrşid ev li gotina xwe zêde kir:"Dema ku heqaret li min hate kirin, endamekî  çiqila darê derxist û dest bi êrişên hovane kir. " Li ser vê yekê bedena wê birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Şîfaa ya li Xezayê.

Sendîkeya Rojnamevanan ev êriş şermezar kir û berpirsiyarî hilgir ser Tevgera Hemasê, di dawiyê de bang kir ku divê lêborînê jê bixwaze.

(eh)