Washington: Kirîna Tirkiyê ya moşekên S-400 li ser Amerîkayê xetere ye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro got kirîna dewleta Tirk a pergala parastinê ya moşekên S-400’î yên Rûsyayê li ser ewlehiya Amerîkayê xetere ye.

Washington: Kirîna Tirkiyê ya moşekên S-400 li ser Amerîkayê xetere ye
28 nîsan, 2021   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Anthony Blinken wiha got: "Me eşkere bi dewleta Tirk re got dev ji kirîna moşekên Rûsyayê berde."

Wezîrê Amerîkayê dewleta Tirk û tevahî hevalbend hişyar kir ku pergala parastinê ya Rûsyayê nekirin.

Dewleta Tirk di 2019’an de ji bernameya pêşxistina balafirên F-35’an, bi birayeke cezayê ya li ser kirîna pergala parastinê ya Rûsyayê hate bidûrxistin. Ew yek jî piştî nelihevkirina kirîna pergala Patriot a Amerîkayê ku piranî dewletên NATO’yê bi kar tîne, pêk hat.

(fr)