Li Dêrazorê hewldana qetilkirina dermansazekî

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas gule li dermansazekî reşand û bi giranî birîndar kir.

Li Dêrazorê hewldana qetilkirina dermansazekî
28 nîsan, 2021   15:04
DÊRAZOR

Li bajarokê Ebû Herdûb ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê, komeke çekdar ku li motorsîklêtekê siwar bû, êrişî dermansaz Ebdulhemîd Mihemed El-Anî li dermanxaneya wî kir û wî bi giranî birîndar kir.

Şêniyan Ebdulhemîd El-Anî rakirin nexweşxaneyê.

Beriya niha komên çekdar li heman bajarokê êrişî dermansazekî kiribûn.

ANHA