Rûspiyên Kurd, Ereb û Suryan: Em ê nehêlin ku fitne derkevin

Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî aloziya li bajarê Qamişloyê got, ev alozî encamên planên hevbeş ên hikumeta Şamê û dewleta Tirk e, da ku fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û biratiya gelan derbe bikin.

Rûspiyên Kurd, Ereb û Suryan: Em ê nehêlin ku fitne derkevin
27 nîsan, 2021   06:32
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker gefan li  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û êriş dike, li Qamişloyê ya herêma Cizîrê aloziyek derket. 20`ê Nîsanê çeteyên Dîfaa El-Wetenî bendeke kontrolê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana El-Wihdê kir armanc û dema hêzê bersiv da şer derket.

PLAN  Û ARMANCÊN HEVBEŞ

/ar/uploads/files/2021/04/27/062252_hkm-khlw.webp

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo diyar kir ku aloziya li Qamişloyê derket ji aloziyên ku li Sûriyê bi giştî diqewime, nayê qut kirin û ev xal li gotina xwe zêde kir: "Ev alozî dide xuya kirin ku hikumeta Şamê hişmendiya xwe neguhartiye û hîn jî hewl dide projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş a ku Rêveberiya Xweser hewl dide ava bike û di nava civakê de xurtir bike, têk bibe, ji ber ku ev projeya demokratîk ne li gorî hişmendiya wê û hişmendiya hin dewletên herêmê yên wekî Tirkiye ye."

Xelo da zanîn ku fitneyên ku hikumeta Şamê bi rêya çeteyên Dîfaa El-Wetenî derdixe û ambargoya li ser kantona Şehbayê û taxa Şêxmqsûd ferz dike, planên hevbeş ên di navbera wê û Tirkiye de ne. Hekem Xelo di berdewamiya gotina xwe de ev got:"Hikumeta Şamê bi rêya ambargoyê hewl dide şêniyên herêmê û koçberên Efrînê yên ku hêviya vegera li erda xwe dikin, koçber bike, da ku doza dagirkirina Tirkiyê ya ji Efrînê re bi dawî bike û Tirkiye jî planên xwe yên guhartina demografiyê temam bike û rê li pêşiya çareserkirina doza Efrînê bigire."

Xelo destnîşan kir ku bi hevgirtina ku bi saya xwîna şehîdên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, ew ê serkeftina Rêveberiya Xweser misoger bikin û ew ê rê li pêşiya pêkanîna armancan, planên hikumeta Şamê û artêşa Tirk bigirin, ji lew re bang li rûspiyên eşîran kir ku bi rêya civînên bi şêniyên herêmê re û hişyarkirina wan a li ser dûrxistina ji fitneyan, bi roleke erênî rabin û got: "Ez di wê baweriyê de me ku şêniyên herêmê tevde li dijî van komployan e."

`FITNE ÇÊNABIN'

/ar/uploads/files/2021/04/27/062324_ywsf-ilyas.webp‎

Têkildarî wê, berdevkê Suryan, Keldan û Asûran ê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilata Sûriyê Yusif ‎Ilyas diyar kir ku rageşiyên li Qamişlo û Şêxmeqsûd jî plansazî û kiryarên Erdogan e, jê armanc dike ku ‎fitneyan di nava gelên herêmê de derxe.‎

Ilyas piştrast kir ku rûspiyên eşîran dê fitneyan têk bibin û civakê hişyar bikin ku fitne ne ji ‎berjewendiyên gel û welat in û wiha domand: “Em tevahî Kurd, Ereb, Suryan û Asûr xelkê vî welatî û sûrî ne, ji bo wî û ji bo tunekirina DAIŞ`ê gelek şehîd û fedakarî dan.‎"

Ilyas der barê ciwanên ku fitneyan bi rêya malperên tevna civakî belav ‎dikin de wiha wiha axivî: “Hûn ne ciwanên vî welatî ne û divê hûn wî biparêzin. Tu feyda ji van fitneyan tune ye. Me gelek destkeftî bi dest xistin ku li parêzgehên din ên Sûriyê nehatine bidestxistin. Ev hemû bi saya xwîna 12 şehîdan pêk hatin. Ew dê vala neçin.”

Ilyas bang li hikumeta Şamê kir ku divê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re bibin yek da ku welat ji ‎dagirkeriya Tirk biparêzin û roleke erênî di qonaxa heyî de bilîze. Ilyas teqez kir ku QSD`ê tu carî ‎şerê hikumeta Şamê nekirî û hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê nûnertiya QSD`ê dikin û ‎anî ziman ku armanca wê ne ku xwe ji hikumeta Şamê qut bike, lê belê dixwaze Sûriyeyek yekgirtî ava bike.‎ ‎".‎

Ilyas da zanîn ku fitne çênabin û ev yek destnîşan kir: “Fitne çênabin. Gelê Sûriyê yek in. Rêvebriya ‎Xweser Kurd, Ereb, Suryan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyê hemêz kirin û ‎QSD`ê jî tevahî pêkhateyên herêmê pêk tê.‎"

`EM DÊ BI HEV RE PARASTINA AX Û YEKITIYA XWE BIKIN`

/ar/uploads/files/2021/04/27/062226_hsyn-alsadh.webp

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilata Sûriyê Hisên El-Sade destnîşan kir ku armanca rageşiyên dawîn ên li Qamişloyê qewimîne ew bû ku fitne di nava gelên herêmê de derkeve û got: “Van koman îdia kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn çargoşeya wan a ewlehiyê dorpêç dike, gelo çima ji xwe napirse ku ew çima şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç dike? Ne ew jî şêniyên Sûriyê ne? Lê ew armanc dikin ku fitneyan di navbera pêkhateyan de belav bikin ku bi hezar salan li ser axekî dijîn.”

El-Sede piştrast kir ku ew nahêlin tu hêz şerê Kurdan bikin ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Kurd û Ereb xwîna wan yek e û gelê Kurd ji destpêka şoreşê ve ji bo parastina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyê bi hezaran şehîd dan, herêmên me ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Me bi hev re dest bi rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Lewra divê her kesek xwedî wijdan fedakariyên Kurdan ji bîr nekin û li pey van fitneyan neçin, ji ber ku QSD`ê ji despêkê ve hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilat Sûriyê hemêz kir.”

El-Sade di dawiyê de got: “Dîrok dê têkoşîna Kurdan, çawa tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyê di oxira azadiya axa xwe de bûn yek di rûpelên xwe de xêz bike. Kesên hewl dan fitneyan çêbikin dê li derveyî dîrokê bimînin. Tu fitne di navbera pêkhateyên herêmê de çênabin, Kurd û Ereb dê bi hev re axa xwe ji dagirkeran biparêzin.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k3q8RqwscEI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>