‘Biryara darvekirina ciwanên êzidî biryareke siyasî ye’

Saziyên êzidiyan ên li Ewropayê biryara darvekirina ciwanên êzidî ya Dadgeha Iraqê şermezar kir û got “Em wek rêxistin û saziyên êzidiyan biryara Dadgeha Iraqê ya ji bo darvekirina 4 ciwanên êzidî wek biryarek sîyasî û bi hişmendiya DAIŞ’ê dinirxînin.”

‘Biryara darvekirina ciwanên êzidî biryareke siyasî ye’
24 nîsan, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên êzidiyan ên li Ewropayê têkildarî biryara darvekirina 4 ciwanên êzidî ku temenê wan kêmî 20 saliyê ye, daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:

“Em wek rêxistin û saziyên êzidiyan biryara Dadgeha Iraqê ya ji bo darvekirina 4 xortên êzidî wekî biryarek sîyasî û bi hişmendiya DAIŞ’ê dinirxînin.

Dadgeha bilind ya dewleta Iraqê li Mûsilê cezayê darvekirinê li 4 ciwanên êzidî birî, ku bi tevahî civaka êzidî li seranserê cîhanê hejand.

Ev ciwanên bi navê Shaalan Elias Qasim Selo, Farouk Hama Faisal Hama, Tarifên Saeed Khader Saadou, Ahmad Faris Salih Faris bi kuştina du kesên Ereb di sala 2020’an de têne tawanbarkirin.

Ev kiryara trajîk ku sala 2020’an rû da, ji aliyê hemû êzidiyên herêmê ve hate şermezarkirin.

Li gorî daxuyanî û çavkaniyên cihêreng, tu sûc û têkiliya van ciwanan bi wê bûyera rûdayî re tune ye.

Em wek sazî û rêxistinên êzidiyan, tu carî qebûl nakin bûyerên bi vî rengî wekî fersendekê ji bo xwe bibînin, ji bo karibin dîsa êrişî hebûna civaka êzidiyan bê kirin.

Em bînin bira we, bi heman hişmendîyê terorîstên DAIŞ’ê jî di sala 2014’an li dijî civaka me olî qirkirinek sîstematîk pêk anî.

Wexta hişmendî û têgihiştina qanûnî ya dewletekê ev be, mafên pir netewa biparêzê û li ser mafê hinek netewa bigire, ev tê wateya wê dewletê bêaliya xwe bi temamî winda kiriye.

Li vir em dixwazin bi bîra dewleta Iraqê bixin erka we mafên kêm netew û kêm ola biparêze û li mafê wan xwedî derkevin. Lewma divê dewleta Iraqê bi erkê xwe rabe û bi taybetî ji bo civaka êzidî ku berî 7 salan di nava qirkirinekê re derbas bû.

Em wekî êzidî li bendê bûn dewleta Iraqê hînek gavên erênî û sitratêjîk ji bo civaka me Êzdï bavêjê, lê mixabin îro kiryarê berovajî tên dîtin.

Ev biryar bûye sebeba nerazîbûn û bê hêvîya hemû êzidiyên li Iraqê. Dîsa bûye sedema ku êzidî yên li kampan û bin konan venegerin ser cih û warên xwe.

Wekî lij or me destnîşankirî ev darizandin bi temamî wekî biryarek siyasî û ne biryarek adilane em dibînin.

-Ji wê bo vê divê ev biryar tavilê were vekişandin û pêvajoyek nû ya di bin çavdêrîya saziyên navneteweyî de bi edalet pêk were.

– Em bang li hikûumeta Iraqê, civaka navneteweyî û hemû welatên xwedî bandor dikin ku di vê rewşa taybetî de dad û parastina hûrgelan misoger bikin.

– Van ciwanên bêguneh ji darvekirinê rizgar bikin û ew karibin dîsa bi azad bijîn.”

Navê saziyên êzidiyan ên Ewropayê wiha ne:

 

SMJÊ – Sîwana Meclisên Jinên Êzidî
NAV-YEK – Navenda Yekitiya Komelên Êzidiyan
HCÊ – Hevbendya Ciwanên Êzidî
MŞD - Meclisa Şengalê a Derveyî Welat
HÊS – Hevbendya Êzidiyên Sûriyê
NÇÊ – Navenda Hunermendên Êzidî
SMGÊ – Rêxistina Sîwanî ya Gundên Êzidiyan