​​​​​​​Rûspiyên êlên Dêrazorê: Em li dijî hemû hewldanên têkbirina ewlehiya li herêmê ne

Şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê îro li bajarokê El-Siwer ê rojhilatê Dêrazorê, bi daxuyaniyekê hewldanên derxistina tevliheviyê ji aliyê hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî wê ve li Hesekê û Qamişloyê, bi tundî şermezar kirin.

​​​​​​​Rûspiyên êlên Dêrazorê: Em li dijî hemû hewldanên têkbirina ewlehiya li herêmê ne
24 nîsan, 2021   12:41
DÊRAZOR

Rûspiyên êlên Dêrazorê têkildarî bûyerên dawîn ên ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve li taxa Teyî ya Qamişloyê daxuyanî da û ew wek bi tevgerên provokatîf bi nav kirin ku jê armanc dikin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û xofê bixin nava gel.

Rûspiyan di daxuyaniyê de ragihand ku ew kiryarên ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk ve bi desteka çeteyan û şaneyên DAIŞ`ê, red dikin ku li dijî ewlehiya herêmê ne û jê armanc dikin hinek destkeftiyên nerewa li ser hesabê gelên herêmê bi dest bixin.

Der barê bûyera qetilkirina rûspiyê êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan de ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve, rûspiyan teqez kir ku ev çete bi tevahiya rêbazan hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin, tevna wê ya civakî bi rêya hedefgirtina kesayetên welatparêz û rûspiyan parçe bikin. Her wiha destnîşan kirin ku El-Ciriyan ji ber ku tev li navbeynkariya bidawîkirina fitneyê bû, ji aliyê çeteyên hikumeta Şamê ve hat hedefgirtin.

Rûspiyan bang li gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi fitneyê neyên xapandin ku hikumeta Şamê hewl dide bi rêya wê ewlehiya li herêmê têk bibe û wiha dewam kir: "Nexasim belavkirina propagandeyê li dijî hêzên ewlekariyê yên herêmê bi rêya dezgehên xwe. Hêzên Ewlekariya Hundirîn nûnerên tekane û rewa û xilaskerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne."

Rûspiyan di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku êdî lîstik ji her kesî re eşkere bûye û êlên Ereb ên Dêrazorê hemû bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne ku ewlehiya herêmê diparêzin.

(şx)

ANHA