Rêveberiya Xweser Komkujiya Ermenan bi bîr anî: Li hember planên qirkirinê tê bikoşin

Di salvegera komkujiyên li dijî gelê Ermen de, Rêveberiya Xweser daxuyanî da û bang li hemû gelên herêmê kir ku li dijî komployên qirkirinê yên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Rêveberiya Xweser Komkujiya Ermenan bi bîr anî: Li hember planên qirkirinê tê bikoşin
24 nîsan, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser dîroka xwîndar û tijî qirkirin û komkujî ya Împeratoriya Osmanî bi bîr xist û got: “Dewleta Tirk li herêmê gelek komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn, çi di serdema Osmaniyan de yan jî di serdema dewleta Tirk a nûjen de ku li ser destê Ataturk ava bûye û hîna desthilatdarên wê li ser heman fikir û rêgezî dimeşin.”

Rêveberiyê da zanîn ku 24`ê Nîsanê ji bo gelên herêmê bîranîneke biêş e ji ber ku gelên Ermen, Asûr û Suryan ji aliyê Osmaniyan ve di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de rastî komkujiyên herî hovane hatin  û hatin kuştin, sirgûnkirin, girtin û koçberkirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser komkujiyên Osmaniyan ên li dijî gelên Kurd û Ereb wiha bi bîr xistin: “Komkujiya Zîlanê sala 1930`î li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê, Komkujiya Dêrsimê salên di navbera 1938 û 1939`an ku di encamê de bajarê Dêrsimê bi temamî wêran bû. Osmaniyan gelek komkujî li dijî Ereban jî pêk anîn, mîna komkujiya Mercê ya sala 1916`an, komkujiya sala 1517`an dema Osmaniyan bi deh hezaran misirî di rojekê de serjê kirin. Komkujiya Kerbelayê ya li dijî şoreşgerên li dijî Osmaniyan sala 1842`yan. Komkujiyên El-Ciwazî ya li bajarê Binxazî yê eyaleta Berqa ya li rojhilatê Lîbyayê ya sala 1816`an ku zêdetirî 10 hezar kes ji qebîleyekê kuştin.”

Rêveberiyê diyar kir ku rêgeza xwîndar a Osmaniyan wek mîrasekê ji dewleta Tirk a nûjen re ma ku ji bo vejandina wê mîrasê dem demê heman senaryoyê dubare dike  û wiha dewam kir:"Ji lew re dewleta Tirk destê xwe kir destê DAIŞ`ê û piştgiriya wê kir û heta niha dike. Ji ber ku DAIŞ`ê rûyê rastîn ê Tirkiyê ye, li ser qirkirin, wêrankirin û kuştinê bi DAIŞ`ê re hat ba hev."

Rêveberiyê wiha domand: “Dewleta Tirk şerê gelan dike ku îro ji bo vîna xwe tê dikoşin. Ji ber wê çareseriya herî guncaw ew e ku gelên herêmê bi hev re li hemberî planên qirkirinê yên dewleta Tirk tê bikoşin. Yan jî dê hewldana xwe berdewam bike û heman sînaryoyê bi heman zihniyetê dubare bike.”

Rêveberiya Xweser ev bang kir: “Divê civaka navneteweyî hesabê ji dewleta Tirk bixwaze ji ber kiryar û sûcên ku kirine û hîna dike, her wiha ji ber komkujiyên ku sed sal li ser derbas bûne û komkujiyên ku heta niha li herêmê pêk tîne. Bi taybet dema bi awayekî eşkere bi hêz û rêxistinên terorîst re mîna DAIŞ`ê li hev kir. Li ser tevahiya astan gel dikuje, qir dike û dide koçberkirin, mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dike. Ev herêm rojane rastî heman komkujiyan tên.”

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de ev yek teqez kir: “Nimûneya Rêveberiya Xweser a li ser jiyana hevbeş, biryatiya gelan û projeya neteweya demokratîk ava bûye, têrê dike ku gelên herêmê bibin yek û li hemberî tevahiya komployên li dijî her pêkhateyekê bi hev re tê bikoşin. Li ser şopa bi milyonan qurbaniyên komkujiyên Osmaniyan û neviyên wê em ê têkoşîna ji bo yekitiya gelan û mafên wan di hesabxwestinê de berdewam bikin.”

(şx)

ANHA