Li Efganistanê 4 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn

Li Efganistanê bûyerên şîdetê zêde dibin. Li parêzgeha Qendeharê di encama teqînekê de 4 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn.

Li Efganistanê 4 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar bûn
24 nîsan, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê polîsan ê Qendeharê Cemal Barkizayî diyar kir ku li herêma Ergendab a parêzgeha Qendeharê di encama teqînekê de, 4 sivîl hatin kuştin û 3 sivîl birîndar.

Barkiyazî her wiha da xuyakirin ku bûyer li goristanekê rû da, dema mayinek bi motorsîklêtê de teqiya ku 3 sivîl lê siwar bûbûn.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ragihandibû ku DYA dê “şerê herî dirêj” anku şerê li Efganistanê rawestîne. Biden di xîtaba xwe de gotibû: "Dem hatiye ku şerê herî dirêj yê DYA`yê bi dawî bibe."

(dx)