Rojnameyên erebî: Çekên kîmyewî yên Şamê di rojevê de ne

Rojnameyên erebî yên îro, behsa rojevkirina çekên kîmyewî yên hikumeta Şamê, rewşa Îranê û aloziya Tunisê kir.

Rojnameyên erebî: Çekên kîmyewî yên Şamê di rojevê de ne
24 nîsan, 2021   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTONÊ JI ŞAMÊ XWEST KU ÇEKÊN XWE YÊN KÎMYEWÎ TUNE BIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destekdayîna bi civaka navneteweyî re têkildarî encamên ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî gihaştiyê, ragihand. Her wiha bang li rejîma Beşar El-Esed kir ku hevkariya xwestekên rêxistinê bike, miqdara çekên kîmeweyî ya li gel xwe eşkere bike û yekser tune bike.

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got daneyên destpêkê destnîşan dikin ku rejîma El-Esed ji destêka beşdarbûna lihevkirina çekên kîmyewî di 2013`an de herî kêm 50 carî çekên kîmyewî bi kar anîne. Her wiha hêzên asîmanî yên Sûriyê berpirsên 3 êrişên li bajarokê El-Letamne di Adara 2017`an de ne ku tê de gazên sarîn û klor hatin bikaranîn.”

‘ŞERÊ DI NAVBERA PASDARÊN ÎRANÊ Û ÎSTIXBARATÊN ÎRANÊ DE’

Girêdayî rewşa Îranê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Şerê li ser hebûnê yê di navbera Pasdarên Îranê û toreyên îstixbaratê yên Îranê de yê ser bi şepêla El-Islahî ve, ber bi milîsên Îranê yên li Iraqê ve diçe. Ev yek piştî ku fermandarên hevgirtina El-Fetih bi serkêşiya serokê rêxistina Bedir Hadî El-Amirî eşkere kirin ku hêrsek di nava Pasdaran de ji ber koordînasyona di navbera Qeys El-Xizelî serokê milîsên komên Ehil El-Heq û Îtlaetê de heye, derket holê.”

‘TUNIS… ALOZIYA SIYASÎ DI NAVBERA QEYS SEÎD Û ÎXWANAN DE ZÊDE DIBE’

Girêdayî rewşa Tunisê rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Hîn jî aloziya siyasî li Tunisê zêdetir dibe. Serok Qeys Seîd destnîşan kir ku ew têkbirinê û çanda têkbirinê qebûl nake.

Her wiha serokê hikumetê Hîşam El-Mişîşî diyar kir ku ew dev ji guhertina wezaretê bernade û bi vê yekê îşaret bi 11 wezîrên ku di parlamentoyê de hatine erêkirin û hîn ji ber redkirina serok Seîd ji xwesteka wan di sondxwarinê de li pêşiya wî, dest bi karê xwe nekirine û ev yek ji ber gumanên gendeliyê ye.”

(bx)