Hikmet Hebîb: Divê Moskov û Şamê êrişên Dîfaa El-Wetenî rawestînin

Hikmet Hebîb bang li Rûsya û hikumeta Şamê kir ku êriş û kiryarên milîsên Dîfaa El-Wetenî rawestînin û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji hewldana fîtneyan hişyar bin.

Hikmet Hebîb: Divê Moskov û Şamê êrişên Dîfaa El-Wetenî rawestînin
22 nîsan, 2021   23:38
QAMIŞLO

Şeva 20’ê Nîsanê saet di 22:00’an de milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  a li nêzî taxa Teyî ya Qamişlo kir, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

Cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb got êrişên milîsên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ne nû ne.

‛ MILÎSÊN DÎFAA EL-WETENÎ QANÛNAN DERBAS DIKIN'

Hebîb diyar kir ku milîsên Dîfaa El-Wetenî qanûnan derbas dikin û tu sedem jê vê yekê re nîne, ew komek e li her deverekê bêyî lêvegerekê tev digerin û tevliheviyê li herêmê derdixîne.

Hebîbî wiha gotina xwe berdewam kir: "Piştî ku endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, hêzên ewlekariyê bersiva êrişan da, niha jî herêmê paqij dike da ku wan milîsan ji sivîlan dûr bixin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu kiryarî li dijî tu taxekê nake. Lê hebûna van milîsan û bendên wan ên kontrolê li taxa Teyî hişt ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn van operasyonan li taxa Teyî pêk bînin."

Cîgirê Desteya Hevserokatiya MSD’ê mixabînî li ser nêzîkatiyên hikumeta Şamê nîşan da û wiha pê de çû: "Em MSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van nêzîkatiyên ku car bi car li pêş çavên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê çêdibin re dibêjin mixabin."

‛EV HÊZ NE FERMÎ NE’

Hikmet Hebîb da zanîn Dîfaa El-Wetanî hêzên fermî ne, ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê tevdigerin.

Hebîb provakasyonên hikumeta Şamê şermezar kirin û wiha axivî: "Em şênî û tevahî pêkhateyan, bi taybet pêkhateya Ereb a li taxa Teyî hişar dikin, lê em ne li dijî şêniyên wê taxê ne, ew welatiyên sûrî ne, ji şêniyên Qamişlo ne, li rex birayên xwe yên Kurd û Suryan di vî welatî û vî bajarî biewle de, şirîk in."

Hebîb diyar kir ku kesayet û hin endamên di nava van milîsan de hewl didin kaxizan tevlihev bikin, da ku tevliheviyekê çêkin û piştre xirabî, wêranî û şerê naxweyî li herêmê çêbikin.

‛HÊZÊN ME BI AQILANE TEV DIGERIN’

Hebîb wiha li gotina xwe zêde kir: "Em bi hêzên xwe bawer in ku bi aqilane nêzî rewşên wiha dibe ku ev rewş ne tevahî civaka Ereb a li taxa Teyî û ne jî beşek Ereb a li vê herêmê temsîl dike"

Hikmet Hebîb berpirsê van kiryaran hilgirt ser hikumeta Şamê û Rûsya û wiha got: "Ev milîs ajandeyên taybet in ku ji bo têkbirina aramiyê hatine erkdarkirin, em di berpirsiyariyê vê yekê di radeya yekemîn de hildigirin ser hikumeta Şamê, heke hikumeta Şamê bi fermî berpirsiyariya wan dike, bila fişarê li van milîsan bike û wan ji bajêr derxînin."

‛DIVÊ MILÎSÊN DÎFAA EL-WETENÎ JI QAMIŞLO DERKEVIN’

Hebîb bang li hikumeta Şamê û Rûsyayê kir ku van milîsan ji Qamişlo derxînin da ku ewlehî û aramî pêk were û wiha got: "Di vê meha pîroz de û digel rewşa dijwar ku şêniyên herêmê ji zuhabûn û tunebûna mewsima çandiniyê, tê re derbas dibin de û ji dêvla aramî û hevkarî hebe, ev milîs car bi car tevliheviyê çêdikin. Li ser vê bingehê em van kiryar û şantajên ku ev milîs pêk tînin, şermezar dikin."

Hebîb destnîşan kir ku divê xwîna sûriyekî neyê rijandin, ji lew re divê tefingên van milîsan ber bi dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî serweriya Sûriyê bin.

Hebîb di berdewama axaftina xwe de ev yek lê zêde kir: "Li şûna ku ev milîs di nava tax û welatiyên li taxa Teyî de bin, bila berê xwe bidin sînor û li gel hêzên dîtir ên ku şerê teror û DAIŞ’ê dikin bisekin, Serêkaniyê, Girê spî, Efrînê û tevahî herêman rizgar bikin û xwe di nava tax û şêniyan de veneşêrin."

Cîgirê Desteya Hevserokatiya MSD’ê Hikmet Hebîb di dawiyê de bang li tevahî pêkhateyan, bi taybet pêkhateya Ereb û eşîrên Ereb kir ku li pey şerê taybet ê ku hin hêzên ji bo tevlihevî û binpêkirina aramiyê pêk tînin, neçin û wiha got: "Sûriye welatê tevan e û Qamişlo bajarekî hemûyan e, tê de Suryan, Kurd û Ereb ji kevn de bi hev r e dijîn û divê bi yek destî li dijî van milîsên ku hewl didin tevlihiyê û bê aramiyê pêk bînin bisekinin, em parastiya aştiya şêniyan dikin ku navnîşana wê projeya demokrasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de ye."

(fr)

ANHA