Gelo dê nakokiyên Rûsya- DYA'yê zêde bibin an jî dê bi bazariyekê bi dawî bibin?

Di çend hefteyên borî de nîşaneyên lidarketina şerê sar ê nû di navbera Rûsya û DYA’yê de zêde bûn, her du aliyan hev tawanbar dikin û diplomat dersînor kirin. Ev şer bi sewqiyetên mezin ên li ser sînorê Ukraynayê gurtir bû, gelo ev yek ber bi ku ve diçe? Bandorên wê li şerên li Rojhilata Navîn çi ne?

Gelo dê nakokiyên Rûsya- DYA'yê zêde bibin an jî dê bi bazariyekê bi dawî bibin?
23 nîsan, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Piştî ku Amerîka komek cezayên berfireh li Rûsyayê birî, asta nakokiyên di navbera Rûsya û DYA’yê de bilind bûn. Cezayên Amerîkayê yên li dijî Rûsyayê encama destwerdana Rûsya di hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê de, rola wê di êrişên sîberê yên di dawiya par de, her wiha rola wê ya di krîza Ukraynayê de ne.

Moskovê ev ceza şermezar kir û soza bersivdanê da û got bersivdan dereng namîne. Di heman demê de NATO, YE û Brîtanya piştgiriya biryara Amerîkayê kir.

Ji cezayên Amerîkayê yên nû, dersînorkirina 10 dîplomatên rûsî hebûn, ji nav jî esferên îstîxbaratê.

Roja piştî birîna cezayn, Rûsya heman ceza birîn û 10 dîplomatên amerîk dersînor kirin û qedexeya derbasbûna 8 berpirsên niha û berê yên Amerîkayê li ji xaka xwe re ferz kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîka bi hevkariya bi YE, Brîtanya, Kanada û Australiayê re, ceza li dijî 8 ferdên rûsî birîn û diyar kir ku destên wan di kiryarên dagirkirin û çewisandinê yên Rûsyayê yên li dijî Crimea de hene, ku Rûsya di 2014’an de ji Ukrayna tev li xaka xwe kiriye.

‛SEWQIYETÊN RÛSYAYÊ YÊN LI SER SÎNORÊ UKRAYNAYÊ ASTA NAKOKIYÊ ZÊDE DIKE’

Ji çend hefteyan ve, nakokî di navbera Rûsya û Ukraynayê de zêde bûn. Her wiha Ukrayna, Rûsya tawanbar kir ku ew li bihaneyekê digire ku xaka wê dagir bike. Li beramber wê jî Moskovê, Kiev tawanbar kir ku ew amadekariya êrişekê li dijî komên alîgirê Rûsyayê li rojhilatê Ukrayna dike.

Rûsya hêzên xwe şandin Crimeaa, piştre Wezareta Karên Derve ragihand ku balyozê Ukrayna Alexander Susunyuk ji bajarê  Saint Petersburg bi dûr xist. Li gorî idîaya Moskovê ku wî balyozê agahiyên nepenî li ser alava ewlehiyê ya li welat werdigirt.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku dê Moskov tedbîqatên deryayî li Deryaya Reş pêk bîne û  ragihand ku dê heta 1’ê Cotmehê, tevgera keştiyên leşkerî û fermî yên biyanî li 3 herên li Crimea û Ukrayna ku di 2014’an de tev li xaka xwe kirine, taloq bike.

Rêveberiya Şêwirî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji ajansa  RIA Novosti ya fermî re eşkere kir ku dê ji 24’ê Nîsanê saet ji 9’ê şevê ve heta 31’ê Cotmehê saet 9’ê şevê derbasbûna keştiyên leşkerî û keştiyên fermî yên dîtir di ava herêmî re ya girêdayî Rûsyayê taloq bike.

Der barê bersivdana wê yekê, Biden got, welatê wî piştevaniya serweriya Ukrayna dike û ji Rûsya xwest ku nakokiyan rawestîne. Her wiha Biden, Pûtîn agahdar kir ku ew di piştgiriya hevalbendên xwe yên li cîhanê de berdewam in.

Biden ji Pûtîn re   pêşniyar kir ku hevdîtinekê li Ewropa di vê havînê de li dar bixe û lûtkeya tê pêşbînkirin ku li dar bikeve tê têkiliyên bi Rûsyayê re bixin nava çarçoveya stratejîk.

Girêdayî mijarê, serokê Fransayê Emmanuel Macron got pêwîstî bi diyarkirina xetên sor ên eşkere bi Rûsyayê re heye û ew amade ye cezayan ferz bike, heke Moskovê reftarên nebaş  

Macron li ser pirsa têkildarî îhtîmala pêkanîna tedbîran li dijî Moskovê ku êrişî Ukraynayê bike û wiha got: "Ez texmîn dikim piştî reftara nebaş, divê em cezayan bibire."

Emmanuel Macron wiha domand: "Ez texmîn dikim ku divê em xetên sor ên zelal bi Rûsyayê re diyar bikin."

‛TÊKILIYÊN AMERÎKÎ-RÛSÎ...HEVSENGIYA CÎHANÊ NE’

/ar/uploads/files/2021/04/22/180920_8540b0d5-9319-4c9d-8cf7-ec20688e3913.webp

Lêkolîner û analîzvanê siyasî Tariq Wehbî wiha got: "Têkiliyên amerîkî-rûsî hevsengiya cîhanê ne, ji ber ku bi rêya van têkiliyan em dibînin ku asta nakokiyan bilind dibe yan jî heta aborî û ewlehî jî zêde dibe."

Wehbî destnîşan kir ku ev têkilî di merheleya Sovietê re bi navê şerê germ û ser bi navbenkariyê derbas bûn û hîna jî reftarên nû û kevn hene, mîna dersînorkirina dîplomatan.

Wehbî wiha domand: "Di serdema serok Trump de ev têkilî bi cemidandinekê derbas bûn, jê jî hevdîtina Pûtîn-Trump li Helsinkî ku rêbaza Turmp a danûstandinê û hêza amadebûna Pûtîn eşkere kir, ew jî bi fişara li şêwirmend Angela Merkel a ku sûdê ji xeta gazê ya Rûsyayê werdigire hate eşkerekirin."

‛RÛSYA TEVLÊBÛNA DEWLETAN LI NATO’YÊ RED DIKE Û AMERÎKA JÎ TIŞTÊN KU TRUMP BELAV KIRINE, BERHEV DIKE’

Wehbî wiha gotina xwe berdewam kir: "Hişyarî, dema Rûsya ji Georgia û heta Crimea de tev li xaka xwe kir dest pê kir. Rûsya naxwaze dewletek bi navê Ewropa rojhilat tev li NATO’yê bibe. Her wiha Rûsya û Amerîka di taoriya hevalbendên dijminan de hevpar in. Rûsya dewleta Tirk û Îran nêzî xwe kir û pira girîng a zanistî (feza û balafirîn) a aborî bi Çînê re ava kir û tê payîn ku ev hevalbendeke yekemîn e ku dê mêtîngeriyek li ser heyvê were avakirin. Lê Amerîka jî bi rêveberiya Biden tişta ku Trump belav kiriye de berhev dike. YE û hin dewletên Konseya Hevkariya Kendavê li hember destwerdanên rûsî mertal in."

‛SEWERÎ BINGEHA TÊKILIYAN E’

Wehbî da zanîn lihevkirinên der heqê çekên nukleerê yên navbera Rûsya û DYA’yê de êdî ne bingeha têkiliyan e, lê belê êdî di tevahî aliyan de bû serweriyek. Heke Rûsya nexwestibûya bi berhemên xwe cîhan serwer bikira, lê tişta ku di şerê derziyan de pêk hatiye nîşaneya mezin a vê yekê ye. Anku dabeşkirinek li ser berhema aborî ya navneteweyî heye û li ser paşxaneya wê jî her tim şer hene. Nakokiyên di Sûriye, Lîbya û heta Iraqê de çêbûne, destê têkiliyên Rûsya-Amerîka tê de heye, heta destwerdana Tirkiyê li Azebeycanê bi destê Rûsyayê ye. Ew yek jî bêyî têkbirina Ermenistanê pêk hat. Bi wê re lihevkirina  her du dewletên mezin û yên ku dixwezin çi hêzeke hewl bide serê xwe rake têk bibin, eşkere dibe. Rûsya xwe nêzî Çînê dike û Amerîka jî têkiliyên xwe ya xurt bi Ewropayê re vedigerîne.

‛BAZIRGANÎ GIRÎNG E Û GEL BERDÊLÊ DIDIN’

Girêdayî pêşeroja têkiliyan, Wehbî wiha pê de çû: "Dê Biden û Pûtîn li ser planên sabît li hev bikin û gelek mijarên bi nakok pêşniyar bikin, dê bazirganiyeke girîng li herêmên serweriyê hebin û dê ev yek hevalbendan li ser guhartina rêbaza danûstandinê matmayî bikin."

Wehbî wiha lê zêde kir: "Lê belê ez texmîn dikim ku Pûtîn li gorî xîtaba xwe ya dawî ku li Duma daye dê berê xwe bide karê xwe yê berê anku îstîxbaratê, da ku li ser kursiya serokatiyê be û li dijî muxalifan bisekine. Lê dê Biden jî siyaseta derve ya afirandina veqetandinê di navbera hevalbendiya rûsî-çînî de pêk bîne, da ku ew eniyeke bihêz û mirovî li dijî siyasetên wî ava nekin."

Tariq Wehbî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berjewendiyên aborî pêşeroja têkiliyên rûsî-amerîkî û hevkariyê ne û dê bi rêya bazirganiyan pêk were. Ew yek jî dê li Sûriyê di destpêkê de pêk were û radestî Rûsyayê bibe, da ku Amerîka û Ewropa dosyaya Lîbyayê radest bibin. Lê mixabin gel berdêla peymanên di navbera dewletên mezin de didin."

(fr)

ANHA