Rêveberiya Xweser Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojnamevanên Kurd pîroz kir.

Rêveberiya Xweser Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
22 nîsan, 2021   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê bi peyameke pîrozbahiyê diyar kir ku divê keda Mîqdat Mîdhet Bedirxan a ji bo weşandina rojnameya Kurdistan di sala 1898'an de, ji bo hemû rojnamevanan bibe hêz.

Nivîsgehê di peyama pîrozbahiyê de hêvî kir ku asta çapemeniya kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş bibe û tevahî mafên xwe yên azadiya derbirînê û bidestxistina agahiyan bi dest bixe da ku bigihêjin daxwazên xwe yên der barê ragihandina rast û profesyonal ku bikare bigihêje asta cîhanî.

Miqdat Mîdhet Bedirxan, damezirînerê rojnamegeriya kurdî ye û xwediyê rojnameya Kurdistan bû ku di 22'yê Nîsana 1998'an de li Qahîrayê hate weşandin. (dx)

ANHA