Milîsên Dîfaa El-Wetenî 2 malên sivîlan kirin hedef

Milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê 2 malên sivîlan li nêzî çerxerêya El-Wehde ya Qamişloyê kir hedef û 2 kes birîndar bûn.

Milîsên Dîfaa El-Wetenî 2 malên sivîlan kirin hedef
22 nîsan, 2021   12:12
QAMIŞLO

Di êrişa milîsên Dîfaa El-Wetenî de 2 sivîl di malên xwe de birîndar bûn. Heyva Sor a Kurd birîndar yekser rakirin nexweşxaneyên Qamişloyê.

Her du sivîlên ku ji lingên xwe yên çepê birîndar bûne, navên wan wiha ne; Ehmed El-Reslî (30) li Nexweşxaneya Ferman tê dermankirin û Ehmed Xerqî (33) li Nexweşxaneya El-Rehme tê dermankirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha bi çend saetan, milîsên Dîfaa El-Wetenî 2 zarok li çerxerêya El-Wehde kirin hedef û di encamê de zarokek şehîd bû, yek jî birîndar bû.

ANHA