Li Heftanînê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê daxuyand ku li herêma Heftanînê 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Li Heftanînê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
22 nîsan, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de, ev agahî parve kirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 20'ê Nîsana 2021'ê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de çekek A-4 a li kozikê hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kamerayeke mobese ya li ser gir ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî pêk anîn. Agahiyên berfireh ên li ser êrişên hewayî wiha ne:

15'ê Nîsanê saet di 18:10'an de balafirên şer bombe li qada Kesta ya herêma Metînayê barandin.

16'ê Nîsanê saet di navbear 14:30-15:00 de balafirên şer derdora Gundê Mînberê yê li qada Deşta Nehlê ya herêma Garê bombe kirin.

19'ê Nîsanê saet di 15:00 de balafirên şer qada Saca û saet di 15:10'an de jî qadên Çemço û Sîda yên Zapê bombe kirin.

Ji ber van êrişên hewayî yên dewleta TRirk a dagirker, hêzên me ti windahî nedan. Nûçeyên li medya şerê taybet ên têkildarî windahiyên me rast nîne."