​​​​​​​‘Ewlekariya Leşkerî’ ya hikumeta Şamê êrişî bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Endamên ‘Ewlekariya Leşkerî’ ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji nuqteya xwe ya li nêzî Çerxerêya Sîvan a li naverasta Qamişloyê gule li benda kontrolê ya demkî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn barandin.

​​​​​​​‘Ewlekariya Leşkerî’ ya hikumeta Şamê êrişî bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
22 nîsan, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên ‘Ewlekariya Leşkerî’ ya li nêzî çerxerêya Sîvan gule li benda kontrolê ya demkî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya Ekaş hat barandin.

Nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo şopandina qedexeya derketina derva ya giştî hatiye danîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye.

Êriş, hemwextî hedefgirtina milîsên Dîfaa El-Wetenî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlan, pêk hat.

(şx)

ANHA