Hêzên ewlekariyê yên Reqayê: Têkoşîna li dijî Koronayê berpirsyariyeke civakî ye

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqayê diyar kir ku ji bo pêkanîna biryarên qedexeya derketina derve wan bi hevkariya Şaredariya Gel û Komîteya Tenduristiyê hemû tedbîr girtine û bang li welatiyan kir ku bi wan re alîkar bin.

Hêzên ewlekariyê yên Reqayê: Têkoşîna li dijî Koronayê berpirsyariyeke civakî ye
19 nîsan, 2021   06:09
REQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja yekemîn a ragihandina qedexeyê ve dewriyeyên xwe zêdetir kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li tevahî bend û nuqteyên li bajêr di nava seferberiyê de ne, nexasim di dema vekirina dikanên xwarinê, dikanên sebzeyan û avahiyên pîşesaziyê de, da ku kombûn, qerbalex çênebin û dikandar pabendî tedbîrên xweparastinê bin.

Li gorî biryara qedexeya derketina derve kesên ku li gorî biryarê tev negerin di cara yekemîn de bi dayîna hezar lîreyên Sûriyê tê cezakirin û heger binpêkirin dubare bibe jî pere zêdetir dibe.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Mihemed Meter destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel bi rêya mizgeft û mîkrofonan bang li welatiyan dikin ku pabendî pîvanên xweparastina ji vîrusa Koronayê bin, dema derkevin bazarê ku ji saet 6`ê sibê heta 5`ê êvarî ye lepik û masekan li xwe bikin û kombûnê çênekin.

Her wiha dewriyeyên hêzên ewlekariyê piştî saet 5’ê êvarê digerin da ku piştrast bin ku hemû dikanan hatine girtin. Meter diyar kir ku kesêbiryarê bin pê bikin dê bi dayîna miqdareke pere were cezakirin, heger binpêkirinê dûbare bikin jî dibe miqdarekî zêdetir bide, ceza dighêje asta girtinê û dikan ji aliyê şeredariyê ve dê were girtin.

Mihemed Meter bang li tevahî şêniyan kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Şaredariya Gel, Komîteya Tenduristiyê û saziyên girêdayî Şaneya Aloziyê re alîkar bin û got: "Êdî berpisyariya têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê û sînordarkirina belavbûna wê, berpisyariyeke civakî ye û divê her kes ji bo têkbirina wê alîkar be, da ku jiyan vegere wekî berê."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2lz4NAXRPKs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>