Şehîd Alan Bênê hate oxirkirin

Îro şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê HRE`yê Alan Bênê li goristana gundê Bênê ya navçeya Şêrawa oxir kir.

Şehîd Alan Bênê hate oxirkirin
18 nîsan, 2021   12:48
ŞEHBA

Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn da ku cenazeyê şehîd Alan Bênê wergirin.

Şehîd Basil Hisên (Alan Bênê) di 16`ê Nîsanê de, di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker ê li derdora navçeya Şêrawa de şehîd bûbû.

/kr/uploads/files/2021/04/18/125216_sehba-merasima-sehida-1.webp

Merasîm li pêşiya nexweşxanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Receb Mistefa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Receb Mustefa got: "Şehîd Alan ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeran, şehîd bû. Em soz didin ku em ê heta pêkanîna armancên wî di rizgarkirina Efrînê de, şopdarên rêya wî bin."

/kr/uploads/files/2021/04/18/124924_-.webp

Her wiha endama Kongreya Star Necah Hisên diyar kir ku dagirker sivîlan dikujin, malên li gundewarên Şehbayê dikin hedef, bi domdarî Efrînê topbaran dikin û ev siyaseta dagirkeran a qirêj e da ku şêniyan koçber bikin.

/kr/uploads/files/2021/04/18/125159_-.webp

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiyê de şênî bi karwanekî ber bi goristana gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ketin rê û cenazeyê şehîd Alan di nava dirûşman de, spartin axê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pxxwNGFH7cQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>