Li gundewarên Quneytîrayê mayînek bi erebeyekê ve teqiya

Li gundewarên Quneytîra mayînek bi erebeyekê ve teqiya. Di encamê de kesek hate kuştin û gelek ziyanên madî çêbûn.

Li gundewarên Quneytîrayê mayînek bi erebeyekê ve teqiya
18 nîsan, 2021   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundê Resim El-Kerim ê Ûm Batîne yê navenda gundewarê Quneyterayê mayinek bi erebeyekê de teqiya.

Di encamê de kesek hat kuştin, her wiha gelek ziyanên madî çêbûn.

(dx)