Şaredariya Tebqayê pêngaveke dezenfektekirinê da destpêkirin

Şaredariya Gel a Tebqayê wekî tedbîrekê li dijî vîrusa Koronayê pêngaveke giştî ya dezenfektekirinê da destpêkirin.

Şaredariya Tebqayê pêngaveke dezenfektekirinê da destpêkirin
18 nîsan, 2021   13:20
TEBQA

Di çarçoveya pêngavê de taxên Duyemîn û Sêyemîn her wiha bazar hatin dezenfektekirin.

Dezenfektekirin li gorî qonaxan bi rêve diçe, destpêkê kolanên sereke yên di nava bajar de, piştre kolanên şaxê yên taxan bi av û madeyên klor û formalin têne dezenfektekirin .

Piştre dê nuqteyên leşkerî, dibistan sazî, cihên îbadetê û cihên ku koçber lê dimînin werin dezenfektekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/anTMWidqhV4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>