Macron gefa ferzkirina cezayan li Rûsyayê xwar

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gef li Rûsyayê xwar û got heke Rûsya “kiryareke nayê qebûlkirin” pêk bîne, dê welatê wî cezayan li dijî Rûsyayê ferz bike.

Macron gefa ferzkirina cezayan li Rûsyayê xwar
18 nîsan, 2021   08:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Macron ji tora CBS a Amerîkayê re got ger Rûsya “kiryareke nayê qebûlkirin” (derbaskirina leşkerên xwe ji xaka Ukraynayê re) pêk anî, dê welatê wî cezayan li Rûsyayê ferz bike. Her wiha teqez kir ku divê xetên sor ên zelal bên diyarkirin.

Macron têkildarî bicihkirina leşkerên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê got: “Ev kiryar nayê qebûlkirin, divê em cezayan ferz bikin. Divê em xetên sor ên zelal li hember Rûsyayê diyar bikin.”

Serokkomarê fransî teqez kir ku ceza tenê têrê nakin û ya baş lidarxistina diyalogeke encamgir e.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî ragihandibû ku dê rêzecezayên diravî yên hişk li Rûsyayê ferz bikin û 10 dîplomatên Rûsyayê ji Amerîkayê derxistibûn. Her wiha careke din pêşniyar kir ku civînek bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bê lidarxistin.

(cx)