Li Minbicê hewldanên birêxistinkirina xebatan di warên çandinî û sewalvaniyê de

Yekitiya Cotkaran a Minbicê û Gundewarên Wê ji bo birêxistinkirina xebatan di warên çandinî û sewalvaniyê de, kartan derdixe. Hevserokê yekitiyê got wan ev gav ji bo hêsankirina xebatê avêtine.

Li Minbicê hewldanên birêxistinkirina xebatan di warên çandinî û sewalvaniyê de
18 nîsan, 2021   08:15
MINBIC

Yekitiyê ji bo peydakirina xebatan ji cotkaran û xwediyên sewalan re, piştî bidawîkirina xebatên hejmartina sewalan û rûberên zeviyan ên li bajêr û gundewarên wê bi dawî kirin kartên taybet derdixe.

Hevserokê Yekitiya Cotkaran a Minbicê û Gundewarên Wê Taha El-Şêx got: “Ji destpêka damezirandina Yekitiya Cotkaran a Minbicê û Gundewarên Wê ve, bi koordîneya rêveberî û Komîteya Aborî, em hewl didin xebatên xwe bi rêxistin bikin.”

El-Şêx wiha domand: “Ji bo birêxistinkirina karê di warên çandinî û sewalvaniyê de me heta niha 8 hezar kart ji bo cotkaran û 13 hezar kart ji bo xwediyên sewalan ên li bajêr û gundewarên wê derxistin. Hejmara jinên ku tev li yekitiyê bûne, gihaşt 2 hezar jinan.”

El-Şêx destnîşan kir ku ji bo pêşkêşkirina xebatan ji cotkaran û xwediyên sewalan re, gelek hewldanan dikin û xebatên derxistina kartan ji bo peydakirina aşleyan, semad, tov û parastina mafên wan berdewam in.

Taha El-Şêx di dawiyê de got: “Em hêvî dikin ku her sal destek ji sala berê baştir be. Ji bo xizmetkirina cotkaran û xwediyên sewalan em dê dermanxaneyên çandiniyê û beytarî peyda bikin.”

(şx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MrPb5hfki58" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>